PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Girtiyê nayê dermankirin hindik maye kor bibe

Li Girtîgeha Tîpa F a Bafra ya Samsûnê, ji ber ku çavê girtî Adem Dûrmûş nayê tedawîkirin hindik maye kor bibe.

Têkildarî mijarê birayê Dûrmûş Guven Dûrmûş axivî û got ku birayê wî nayê tedawîkirin.

Guven Dûrmûş anî ziman ku ji ber êşa çav birayê wî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Samsûnê û li nexweşxaneyê tê gotin ku ewrê tarî ketiye ser çavê wî û divê bê emeliyatkirin û wiha got: “Berî ku birayê min bê girtin ji çavê xwe yê rastê emeliyat bûbû. Lê belê bijîşk ji birayê min re dibêje merceka wan cuda ye, ji bo çavê wî yê din mercek li cem wan tuneye û wê her du çavên wî cuda bin. Birayê min jî qebûl nake. Dixwaze ew mercekê bikire, lê belê bijîşk jî dibêje ‘ji xeynî amûrên li nexweşxaneyê amûrên ji derve qebûl nakim’. Ji ber vê birayê min jî emeliyatê qebûl nake.”

Piştî sal û nîvek dibin nexweşxaneyê

Dûrmûş anî ziman ku paşê birayê wî dixwaze wî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Samsûnê bikin, lê belê sal û nîvek şûnde wî dişînin nexweşxaneyê, bijîşkê nexweşxaneya dewletê dibêje ‘Merceka li gor çavê rastê li cem me heye. Çima bijîşk te emeliyat nekiriye, hê jî min fam nekiriye’ û wiha domand: “Piştî tetkîkan vê carê jî diyar dibe ku çavê wî yê çepê jî ne baş e û bijîşk dibêje emeliyata wê emeliyateke talûke ye. Li ser vê birayê min careke din emeliyatê red dike. Niha çavê wî yê çepê baş nabîne û nayê tedawîkirin.”

‘Divê birayê min bê tedawîkirin’

Her wiha Dûrmûş xwest birayê wî bê emeliyatkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hindik maye çavê birayê min kor bibe. Niha çavê wî şêlû dibîne. Bang li Wezareta Dadê dikim, bira birayê min bê tedawîkirin. Madem mirov tên girtin nexwe divê bên tedawîkirin jî.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar