Endamê Rêveberiya Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) û endamê Desteya Rêveber a Tora Ziman û Çanda Kurdî Ronî Sariyildiz têkildarî torê nirxandin kirin.
Sariyildiz diyar kir ku miletek bi zimanê xwe tê nasîn û wiha got: “Dema em bêjin em kurd in, divê em bi kurdî biaxivin. Ruhê kurdayetiyê bi zimanê kurdî heye. Ji ber wê referansa herî muhîm zimanê me ye.”
Sariyildiz anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê û serdestan ziman di rewşeke xetere de ye û wiha domand: “Li Amedê êdî kurdî nayê axaftin. Li tevahî bajarên Kurdistanê heman rewş heye. Li kolana, di nav mala de kurdî nayê axaftin û hêdî hêdî tê ji bîr kirin. Ji bo em pêşiya vê xetereyê bigirin ne tenê odeyên pîşeyî tevahî sazî, partî, rewşenbîr, nivîskar û gelê me divê em çi bikin.”
Di axaftina xwe de Sariyildiz da zanîn ku wek odeyên pişeyî dikarin di nav endamên xwe de kurdî bidin hez kirin û ev tişt anî ziman: “Mixabin danûstandinên me hemû bi tirkî ne. Em ji bo vê dikarin çi bikin? Ji bo ku danûstandin, têkilî, kar û xebatên me bi kurdî bin em dikarin çi bikin? Wek TMMOB’ê me Ferhenga Zaravayên Teknîkî û Fasîkulên Termên Teknîkî amade kir. Lê divê em bikin ku endamên me van bikar bînin. Ji ber wê yekê em di bin banê odeyên xwe de dikarin qursa bidin. Divê em ajans û qanalên kurdî bişopînin. Em xebat, civîn û komcîvînên xwe bi kurdî lidar bixin. Heta niha me civîn bi tirkî lidar dixistin.”
Ji bo xebatên kurdî lijneyek ava bikin
Sariyildiz destnîşan kir ku di du mehên pêş de hilbijartinên wan yên odeyê hene û wiha pêde çû: “Li Enqereyê jî hilbijartinên me yên giştî hene. Li wir em ê bixwazin ku li bajarên Kurdistanê materyalên xwe bi tirkî û kurdî çap bikin.”
Di berdewamê de Sariyildiz diyar kir ku wek maseya odeyên pişeyî biryarek girtin lijneyekê ava bikin ku kordînasyona ode û saziyên pîşeyî ser zimanê kurdî bike û wiha domand: “Di nava odeyên me de saziyên ziman hene. Em ê bi wan re di nav avahiyên xwe de kursên kurdî bidin, xebatên xwe bi kurdî bimeşînin, em dê hemû civînên xwe bi kurdî lidar bixin. Dîsa bo ku zimanê kurdî geş bibe û eleqeya wê zêde bibe em dikarin wek şanoyê, lîstika, muzîkê di bin banê saziyên xwe de lidar bixin. Li Amedê em bangî tevahî odeyên xwe dikin xebatên çandî û wêjeyî bimeşînin. Wek kesekî kurd erka me teva ye ku em kurdî peş bixin. Niha rêveberiyên sazî, sendîka û odeyên me tên guhertin lê têkiliyên me didomin.”
‘Divê hişmendî bi kurdî be’
Sariyildiz destnîşan kir ku bşryar girtine kesekî zimanê kurdî nizanibe nikare bikeve nav rêveberiya odeyê û ev tişt diyar kir: “Divê hişmendiya wî ya bi kurdî hebe. Civînên me êdî bi kurdî ne. Me bi tirkî civîn lidar dixistin lê piştî komcivîna torê em civînên xwe bi kurdî dikin. Wekî din çend odeyên pîşeyî me di navbera xwe de biryarek stand ku em endamên xwe bibin şanoya kurdî. Ji bo lijneya zimanê kurdî em bi hevalên me yên ku nû dikevin di rêveberiya de jî di têkiliyê de ne.”
‘Kurdî me dike kurd’
Di dawiya axaftina xwe de Sariyildiz ev tişt anî ziman: “Evqas berdêl û keda salan ji bo hebûna gelê me ye. Hebûna gel girêdayî zimanê wî ye. Kurd divê bi kurdî biaxivin. Kurdî me dike kurd. Ji ber vê yekê divê miletê me di wê hişmendiyê de be. Kurdayetiyeke bê ziman nabe. Her kurdek divê ji bo parastin û pêşxistina ziman rola xwe bilîze.” AMED