Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

‘Ciwanên herêmê dê dawî li dagirkeriyê dewleta tirk bînin’

Yek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di hedefa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de ye, Til Temir e. Ciwanên kurd, ereb, asur û suryan li Til Temirê li hev kom bûn û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ava kirin. Serokê Meclisê Leşkerî ya Til Temirê Demhat Brûsk ji ANF’ê bi Ersîn Çaksu re axivî.

Demhat Brûsk anî ziman ku dewleta tirk bi êrîşa dijî gel û baweriyên herêmê hewl dide dest deyne ser xaka wan. Brûsk diyar kir ku li dijî vê yekê, ew jî weke ciwanên gelên herêmê li hev kom bûn û dê mil bidin milê hev û li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Brûsk got ku êrîşên dagirkeriyê li ser tevahiya gelên herêmê hene û wiha domand: “Dewleta tirk gefa dagirkeriyê û êrîşan li bajarê Til Temirê dike. Ji bo parastina gelên xwe û xaka xwe, me biryar da ku meclisa leşkerî ava bikin.”

Meclisên din jî tev li wan bûn

Brûsk destnîşan kir ku tevî Meclisa Leşkerî ya Suryan û Parêzvanên Xabûrê (Hares el Xabûr), hêzên xweparastinê yên ciwanên kurd û ereb jî biryar dan ku tev li vê meclisê bibin. Brûsk wiha domand: “Bi vî rengî me mil dan hev û wezîfeya parastina gel û xaka xwe dan ser milê xwe. Gelek ciwanên kurd û ereb ên ji Serêkaniyê cihê xwe di nava meclisê de digirin. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li meclisa leşkerî bibin û xaka xwe azad bike. Em soz didin ku ne tenê navenda Til Temirê, her wiha gundên Til Temirê yên hatine dagirkirin jî ji dagirkeriya dewleta tirk rizgar bikin û wan bişînin devera ku jê hatine.”

‘Dagirker dixwazin xaka me ji me bistînin’

Herî dawî jî Demhat Brûsk ev tişt anî ziman: “Em ê dawî li dagirkeriyê bînin. Dagirkeriya tirk ne tenê êrîşî gelekî yan jî baweriyekê dike, her wiha êrîşî gel û baweriyên herêmê dikin. Di heman demê de hewl didin xaka me ji me bistînin. Em, ciwanên gelên herêmê ji bo bi hev re li dijî dagirkeriyê têbikoşin li hev kom bûn. Heta ku dawî li dagirkeriya dewleta tirk bînin, heta ku tola şehîdên xwe hilînin û dagirkeran ji xaka xwe derxînin em ê têbikoşin.” TIL TEMIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar