Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Xeyalên dewleta tirk av bi av çûn û dema hesabdayîna wê ye’

Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, geşedanên dawî ji MA’yê bi Nazim Daştan re nirxandin.

Salih Muslim da zanîn ku dê qeyrana li herêmê kûrtir bibe û wiha got: “Qeyrana li Sûriyeyê ji xwe ve derneket holê. Gel li dijî rejîma despotîk, ket nava lêgerîna azadî û wekheviyê. Pêvajo piştre guherî. Hêzên derve çek dan destê hin komên biçûk û li dijî eniyên din sor kirin. Li ser van komên biçûk û hov planên xwe xistin meriyetê. Rejîma li dijî vê planê hêj li cihê xwe ye.”

Muslim piştre jî bal kişand ser şerê li Idlibê û wiha pê de çû: “Li Idlibê her hêzek xwedî planekê ye. Hem Tirkiye, hem DYA û hem jî hêzên din li ser hesab û planan nêzî Sûriyeyê bûn. Di serî de Rûsya tune bû. Piştî peymana 2015’an Rûsya jî tev li vê planê bû. 4 sal piştî qeyranê Rûsya ket nava planê. Tirkiye jî di nava planê de tune bû. Lê çek, pere, lojîstik, şervan û perwerdehî di ser Tirkiyeyê re pêk dihat. Tirkiye li gorî plana Mîsak-î Mîllî tev digeriya. Li gorî vê yekê DAIŞ ava kirin û şandin qadê. Piştî DAIŞ bi ser neket neçar ma ew bi xwe ketin qadê. Ketin Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî. Li hemberî Xûtayê, Efrîn xwestin. Piştre rewşa Heleb û Şehbayê heye. Herî dawî Gîre Spî û Serêkaniyê dagir kirin.”

Hevdîtinên Astanayê

Bi domdarî jî Muslim bi lêv kir ku piştî qeyrana Idlibê, hevdîtinên Astanayê dest pê kirin û wiha domand: “Di 2 civînên ewil ên Astanayê de em jî hebûn. Lê di civînên din de cih nedan me. Piştre di nava xwe de planên cuda çêkirin. Me fam kir ku ev taktîk e. Xwestin komên çekdar li vir bi cih bikin. Niha ev pêvajo pêş dikeve. Ji Uygur, Qaîde û gelek welatên cîhanê çete anîn û li vir kom kirin. Digotin ‘Tirkiye dê sozên xwe pêk bîne.’ Lê Tirkiye sozên xwe pêk neanîn.”

Li Idlibê şerê gerîlatiyê pêş dixin

Di berdewamê de jî Muslim diyar kir ku ji ber ku dewleta tirk sozên xwe pêk neanîn, plan hatin guhertin û wiha derbirî: “Rêyên M5 û M4  hene. Êdî ji tamê derketiye. Bi taybetî rêya M4 li Laziqiyê di nava çiyê re derbas dibe. Heta niha rewşa wan çiyayan zelal nekirin. Komên çekdar ên El Qaîde, çeçen, uygur û yên biyanî tev li vir kom bûne. Li vir şerê gerîlatiyê pêş dixin. Ev rewş dê bidome. Dibe ku Tirkiye ji wan qut bikin û wan bêçek bihêlin. Hêj qeyran dest pê nekiriye. Xuyaye ku ev qeyran dê bidome û kûr bibe. Niha şer li deştê didome. Hêj şer derbasî aliyê çiyê nebûye. Ne rejîma Sûriyeyê û ne jî rejîma Rûsyayê nikare wan komên li çiyê bi cih bûne xelas bike. Tirkiye jî nikare wan tune bike. Yên ku çek dan wan Tirkiye bû. Tirkiye ditirse bi ser wan de here. Qad û mijara êdî Tirkiye û Rûsya li ser li hev bikin tune ye. Rûsya israr dike ku Tirkiye sozên xwe yên di 14’emîn civîna Astanayê de pêk bîne. Lê Tirkiye jî ev soza xwe pêk ne anî. Ji ber vê yekê hevdîtinên wan bê encam dimîne.”

‘Dibe ku Tirkiye hem ji Idlibê û hem jî ji Lîbyayê bibe’

Salih Muslim got ku xeyalên Tirkiyeyê yên Heleb, Şam û Mizgefta  Emewî av bi av çûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha polîtîkaya wê ya bingehîn li ser tunekirina kurdan e. Dibêje ‘Ez dê çawa kurdan tune bikim.’ Êrîşên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê encama vê ferasetan e. Ev şer encama van polîtîkayan e. Tirkiye ji ber berxwedana kurdan û tifaqa ku kurdan di nava gelan de ava kiriye bêzar e. Tirkiye her dem bi polîtîkaya taqasê tev digere. Tirkiye 2 sale ketiye Efrînê, lê hêj li wir ne rehet e. Lê gelê wir sibê êvarî li wir in. Her dem bi heviya ku li welat û axa xwe vegerin dijîn. Dibe ku Tirkiye ji her tiştê xwe bibe. Hem dê ji Idlibê û hem jî ji Lîbyayê bibe.”

‘Êdî dema hesabdayînê ya Tirkiyeyê hatiye’

Muslim destnîşan kir ku polîtîkaya ku Tirkiye wekî şantajê li dijî Ewropa, DYA û Rûsyayê pêş dixist, dê wekî encameke xerab li wê vegere û ev tişt anî ziman: “Dê ketina Tirkiyeyê pir xerab be. Diçe ji NATO re dibêje ‘YPG û HSD’ê wekî terorîst îlan bike.’ Ew jî dibêjin; ‘Her tişt li gorî tu dixwaze pêş nakeve.’ Di dawiya dawî de neçar man ku ji Rûsyayê fûzeyên S-400 bikirin. Niha jî heman polîtîkayê dixwaze li gel Rûsyayê bimeşîne. Ev yek heta dawî wisa naçe. Hem bi NATO’yê re û hem jî bi Rûsyayê re nameşe. Niha xitimiye. Divê Tirkiye tawîz bide. Di nava wan de gelek peymanên siyasî, leşkerî û bazirganiyê hene. Projeya xazê heye. Peymana turîzm û bazirganiya S-400 heye. Ger ku Tirkiye dixwaze xwe nêzî NATO’yê bike dê demê divê tawîzan bide. Vê carê Rûsya dê canê Tirkiye biêşîne. Rûsya ne YPG û ne jî PKK’ê terorîst dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare zû bi zû dest ji Rûsyayê berde. Ger ku dest jê berde dê bedelên giran bide. Dîsa di meseleya NATO’yê de jî herî zêde Tirkiye dixwaze NATO bê guhertin. 50 salin bi çekên NATO’yê li dijî kurdan şer dike. Bi xêra NATO’yê li lerêmê bû xwedi hêz. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze ji NATO’yê derkeve. Tirkiye neçarê NATO’yê ye. Divê Tirkiye êdî tawîzan bide. Şensê wê tune ye. Êdî dema hesab dayînê hatiye. Dîsa rojeva Tirkiye ya bingehîn kurd in. Kurdên çar parçeyan e.”

Kongreya Qahîreyê

Herî dawî jî Salih Muslim bal kişand ser Kongreya Qahîreyê û wiha got: “Niha ji bo Komîteya Diyalogê 35 kes hatine hilbijartin. Li gorî xwe endam hilbijartine. Di vê civînê de hin mase hene. Maseya Qahîre, Maseya Riyad ango Maseya Moskovayê. Dîsa ji xeynî wê komên çekdar jî hene. Dixwazin me jî tevlê bikin. Meseleya me ‘Em nabêjin bila her tişt di rojekê de çareser bibe.’ Em dixwazin di milê siyasî û dîplomatîk de muxatab bên girtin. Ya herî girîng jî em dixwazin Rêveberiya Xweser bê nasîn. An jî di lîsteya 150 kesan de 4 kes beşdar bibin zêde tiştekî nade guhertin. Ji şerê Idlibê jî herî zêde gel ziyanê dibîne. Deriyê me li gelê Idlibê vekirî ye. Bêyî em piştgiriyê ji kesên din bigirin em deriyê xwe vedikin. Sekneke me heye. Em dibêjin kîjan Sûriyeyî ger ku ne ji bo mirinê hatibe, em dikarin nan û ava xwe parve bikin. Ger ku ji bo me qetil bikin nehatibin em dikarin wan qebûl bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar