Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di beşa yekemîn a hevpeyvîna xwe ya bi wesîleya salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hate kirin de ji ajansa ANF’ê re nirxandin kiribû.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de jî giranî da ser têkoşîna sala 22’yemîn a li dijî komploya navneteweyî.
Kalkan biryara dadgeriya Belçîkayê ku biryar dabû PKK rêxistineke ‘terorîst’ nîne, bi wate û bandora xwe ya li ser komploya navneteweyî nirxand.
Biryara dadgeha Belçîkayê
Kalkan destnîşan kir ku biryara dawî ya dadgeriya Belçîkayê girîng e û wiha got: “A rast, biryara dadgeriya Belçîkayê mehkûmkirina Komploya Navneteweyî ye. Ji ber ku tevahiya êrîşên komploger ên li dijî Rêber Apo xwe dispêrin ‘avakar û rêveberê rêxistina terorê’. Di vir de mebesta wan ji ‘rêxistina terorê’ PKK ye. 21 sal in li ser vê bingehê êrîşê dibin ser Rêber Apo. Komploya navneteweyî bi vê feraset û biryarê hate birêxistinkirin û birêvebirin. Sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê di çarçoveya vê biryarê de hate avakirin û heta niha hate dewamkirin. Hemû sûcdariyên ku li Rêber Apo dihatin ferzkirin, xwe dispartin biryara ‘rêxistina terorê’.
Ev biryara dadgeriya Belçîkayê hemû sparteyên êrîşên li dijî Rêber Apo dirizîne, sûcdariyan pûç dike. Lewma komploya navneteweyî mehkûm dike. A rast diviyabû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ev kiribûya. Her çend li Tirkiyeyê ev yek ji aliyê dadgeriya dewleta tirk ve nehate kirin, DMME ya ku biryara îdamê ya dadgeha dewleta tirk nirxand, diviyabû xwe bigihanda encameke wiha. Rewşa hiqûqî ev yek ferz dikir. Pîvana ‘gelo Ewropa xwedî hiqûqeke wekhev û demokratîk a rasteqîn e yan na’ ev bû. Lê belê DMME’yê nekarî biryareke bi vî rengî bide. Nekarî bandora siyaseta komployê ji ser xwe biavêje. Ji siyaseta komployê re bû amûrek. Sekna xwe ya hiqûqî û wekhev nekarî nîşan bide. Dadgeriya Belçîkayê niha ev yek nîşan da. Lewma girîng e.”
‘Hêzên komploger ji bo li ser pêyan bimînin êrîşên xwe didomînin’
Di berdewama hevpeyvîna xwe de Kalkan destnîşan kir ku hêzên komploger ji bo karibin li ser pêyan bimînin êrîşên xwe bi her rengî dewam dikin û ev tişt anî ziman: “Faşîzma AKP-MHP’ê konsepta xwe ya şerê taybet a topyekûn, mîna li bakurê Kurdistanê her wiha li başûr û rojavayê Kurdistanê û derveyî welat li dijî gelê me bi zextên qirker û komkujiyan bi rengekî harbûyî dimeşîne. Faşîzma AKP-MHP’ê hebûna xwe dispêre serketina êrîşeke bi vî rengî.”
Kalkan diyar kir ku di serî de DYE û Rûsya gelek hêzên siyasî di berdêla berjewendiyên siyasî û aborî yên erzan piştgiriyê didin qirkirina kurdan û wiha got: “Ev yek aşkera ye û li pêş çavan e. Divê mirov nebêjin ku tenê AKP-MHP dixwaze, dewleta tirk dimeşîne û ew jî ji neçarî piştgiriyê didin. Berevajî; ew sor dikin, AKP-MHP’ê ji bo kirina komkujiyan teşwîq dikin û piştgiriyê didin.”
Di axaftina xwe de Kalkan di vê çarçoveyê de Fransa weke mînak nîşan da û wiha domand: “Dewleta Fransa ku weke dewleteke gelekî li dijî Tirkiyeyê xuya dike, hîn jî Komkujiya Parîsê mehkeme nekiriye û mehkûm nekiriye. Ger dewleta Fransayê ev yek kiribûya, bi biryara dadgeriya Belçîkayê re wê pêvajoyeke siyasî dest pê kiribûya ku dawî li êrîşên qirker ên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Kurdistanê hatibûya anîn. Ev pêvajoya hiqûqî dikarîbû vê bikira, lê belê heta niha ev nekirin. Ev yek rewşeke cidî ye û mijara rexnekirinê ye. Wê demê yên ku herî zêde bi Tirkiyeyê re nakok xuya dikin, piştgiriyê didin êrişên li dijî PKK’ê. DYE û rêveberiyên mîna wê vê yekê di asteke bilindtir de dikin.”
‘Şerê Sêyemîn ê Cîhanê kete qonaxeke nû’
Kalkan rakêşî û aloziya navbera Îran û DYE’yê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Şer li Rojhilata Navîn belav dibe. Bi kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendîs li Bexdayê, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê derbasî qonaxeke nû bû. Xuya ye wê çend salên li pêşiya me bi şer derbas bibe. Têkoşîna li Rojhilata Navîn wê li ser vê bingehê kûrtir bibe, belavtir bibe. Em rewşa nû ya ku bi şerê navbera DYE û Îranê re rû da dinirxînin. Li gorî vê yekê em ê polîtîkayên pêwîst û helwesta pratîkî nîşan bidin. Em teqez li dijî destwerdana derve ya modernîteya kapîtalîst in. Her wiha em dibêjin ku dîktatoriyên netewe dewletê yên li herêmê jî ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve divê ji holê bên rakirin û li gorî demokrasiyê biguherin. Me têkoşîna ji bo vê yekê jî li ser bingeha Şoreşa Azadiya Kurdistanê meşand û em ê bimeşînin. Li rojhilatê Kurdistanê têkoşîneke mezin heye û ji bo demokratîkbûna li Îranê, çareseriya pirsgirêkan li ser vê bingehê, em ê bi her rê û rêbazên afirîner têbikoşin.”
Di sala 22’yemîn a komployê de pêngava berfireh a berxwedanê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di dawiya hevpeyvîna xwe de li ser amadekarî û plansaziya li dijî komploya navneteweyî jî Kalkan ev tişt anî ziman: “Di sala 22’yemîn a têkoşîna li dijî komployê û tecrîdê de em pêngaveke berfireh a berxwedanê diafirînin. Em ê vê yekê gav bi gav li her qadê ber bi çav bikin û bi rêbazên afirîner bimeşînin. Em ê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bişikînin û di sala 22’yemîn de hîn bi xurtî komployê têk bibin. Armanc û biryardariya me li ser vê bingehê ye.
Ji bo vê jî em ê li Bakur, Başûr û Rojava, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê berxwedaneke topyekûn a piralî bikin. Ji gerîla heta berxwedana gel em ê her şêweyên berxwedanê bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi rê û rêbazê berfireh û afirîner bimeşînin. Li ser vê bingehê em ê armanca xwe ya hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û azadkirina Kurdistanê, demokratîkkirina Tirkiyeyê pêk bînin. Sala 22’yemîn ji bo bicihanîna vê armancê saleke di cih de ye û em ê teqez vê bikin.
Divê her kes têkoşîna li dijî îşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê weke têkoşîna xwe, weke şertê jiyana demokratîk û azad bibîne û xwedî lê derkeve. Li gorî vê yekê li dijî komployê û tecrîdê divê em di sala 22’an de têkoşîneke mezin a bi bandor ku armanca xwe hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye pêk bînin. Di meha sibatê de gelê me û dostên me divê li her devera ku lê ne li dijî komplo û tecrîdê bi şev û roj têbikoşin, teşhîr bikin, sekneke xurt nîşan bidin. Bi her şêweyên çalakiyan divê zîhniyet û siyaseta komployê bên mehkûmkirin, nîşan bidin ku ew naxwazin bi komployê bijîn. Hilweşandina zîhniyet û siyaseta komployê, divê weke hilweşandina îşkenceya Îmraliyê û sîstema tecrîdê, afirandina şert û mercên jiyana azad ên Rêber Apo bê dîtin û her kes ji bo vê rabin ser pêyan. Sekneke bi vî rengî wê teqez rê li ber serketinê veke.” BEHDÎNAN