Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Fakulteya Jineolojiyê pergala perwerdeyê hat guhartin

Zanîngeha Rojava destpêka sala 2017`an cara yekemîn li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê Fakulteya Jineolojiyê vekirin.

Xwendekarên Fakulteya Jineolojiyê 2 sal e dixwînin û pergala perwerdê ya beşa zansita jinê di her 3 qonaxan de xwe dispêre ezmûnan. Madeyên di fakulteyê de têne dayîn ev in; Zimanê Kurdî, Dîroka Jinê, Aborî, Rêbazên Lêkolînê û Têgehan.

Piştî Fakulteya Jinelojiyê dewreya yekemîn bi dawî kir, hin guhartin di fakulteyê de hat çêkirin û fakulte tev li beşa beşa Zanistên Civakî hate kirin. Her wiha guhartin di pergala ezmûnan de hate çêkirin. Li ser vî esasî pergala ezmûnan bû du qonaxan.

Dihat payîn ku konferansa yekemîn a zanîngehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê cotmeha 2019’an bihata lidarxistin. Lê ji ber êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên konferans pêk nehat.

Têkildarî mijarê Rêvebera Fakulteya Jineolojiyê Yasmîn Hisên axivî û wiha got: “Li gorî pergala zanîngehê her 2 salan konferans tê lidarxistin. Lê ji ber êrîşên artêşa tirk konferans pêk nehat û civîneke biçûk ji Meclisa Zanîngehê, mamosteyan, berdevka xwendekaran, endamên erşîfê û rêveberên zanîngehan re  hat lidarxistin.”

Yasmîn Hisên bal kişand ser encamên civînê û wiha parve kir: “Hin bendên Fakulteya Jineolojiyê hatin  guhartin û pergaleke nû hate erêkirin. Li ser vî esasî Jineolojiyê bû beşek ji Fakulteya Zanistên Civakî. Di milekî din ve guhartinên hatin çêkirin jî şert û mercên pêvajoyê dan ber çav. Li dibistanên Rêveberiya Xweser madeya jineolojiyê di qonaxa duyemîn de wekî madeyeke sereke ye.”

Her wiha Hisên wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Rêveberiya Fakulteya Jineolojiyê xwendekarên ji fakulteyê derdiçin, li gorî xwestekên wan li saziyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê erkdar dikin. Sala destpêkê 11 xwendekar ji fakulteyê derçûn.”  QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar