Li Amed û Dêrsimê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan ên Amedê de rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajêr Îrfan Soner, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Rezanê Mehmet Atlihan û Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya hatin binçavkirin.
HDP’iyên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyet a Polîsan a Amedê.
Li Dêrsimê 10 kes hatin binçavkirin
Li Dêrsimê jî, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser yûrdên xwendekarên zanîngehê, malên xwendekar û HDP’iyan de girtin. Di serdegirtinan de 10 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Dêrsimê.
Hat destnîşankirin ku dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibe. AMED / DÊRSIM