Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Ger Tirkiye ji Idlibê bê derxistin dor were Efrînê’

MA / Nazim Daştan |

Hêzên Rejîma Sûriyeyê ji bo rêyên M4 û M5 bixe bin kontrola xwe li dijî Idlibê operasyonan birêve dibe. Di van operasyonên rejîmê de 13 leşkerên tirk miribûn û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Piştî van êrîşan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gef li rejîma Sûriyeyê xwaribû û gotibûnê ew ê bi Mutabakata Soçî bi sînor nemînin. Di operasyonê de Rûsya û Îran piştevaniyê dide rejîma Sûriyeyê û hişyarî didin Tirkiyeyê. NATO ya ku DYA serê wê dikişîne jî destnîşan kiribû ew ê li cem mutefîkê xwe Tirkiyeyê cih bigire.

Rojnameger Erçîn Çaksû yê demek dirêje atmosfer ango geşedanên li herêmê dişopîne, aloziya li Idlibê nirxand. Çaksû da zanîn ku Idlib di 28’ê adara 2015’an de bi pêşengiya El Nusra ketibû bin kontrola komên cuda û bûye yek ji navendên komên çekdar. Çaksû got ku nemaze piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê lihevkirin pêk hatin û di vê çarçoveyê de gelek komên çekdar ji bajarên wek Guta, Dera, Heleb, Hûmûs veguhezandin Idlibê.

Çaksû anî ziman ku bi van gavan re Idlib veguherî navendek komên çekdar û wiha domand: “Rejîma Sûriye û Rûsyayê her tim digotin ku ew ê herêmê ji komên çekdar paqij bikin. Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de di 17’ê îlona 2018’an de peymana Soçî hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê dê ji rojhilat û başûrê Idlibê di navbera 15 û 20 kîlometreyan de komên çekdar bihatana derxistin û dîsa rêya M4 û heta Heleb, Şam û Ûrdinê rêya M5 bi temamî biketa bi kontrola rejîmê. Yek ji xalên peymanê ew bû ku rêya M4 ku ji Heleb, Idlib, Lazkiye heta Tarsûsê dirêj dibe bikeve bin kontrola rejîmê. Her wiha hatibû diyarkrin ku komên çekdar ên li wir yanî komên radîkal û yên neradîkal ji hev werin qetandin.”

Rêya M4 û M5 di kontrola rejîmê de ye

Çaksû destnîşan kir ku ji ber ku Tirkiye garantoriya komên çekdar dikir jî vê peywîrê dabûne Tirkiye, Rûsya û Îranê jî garantoriya rejîmê qebûl kiribûn û ev tişt anî ziman: “Lê ev sozên hatibûn dayîn Tirkiye bicih neanî. Çimkî Tirkiye van sozan her tim taloq kir. Dixwestin li rojhilatê Sûriyeyê hin deverên di destên gelê kurd de dixwest desteser bike. Ji bo vê yekê jî her tim taloq kir. Rejîmê di tebaxa 2019’an de dest bi operasyonan kir. Di meha kanûna 2019’an de rejîmê Han Şehûnê paş de bi dest xist. Dîsa di meha kanûnê de rejîmê Merek El Nûman jî bi dest xist. Û her ku bi pêşve çû. Herî dawî rêya M4 û M5 li Serakîpê xist bin kontrola xwe û li vir bersivên tund da Tirkiyeyê. Di vê pêvajoyê de rejîm û Tirkiye dij hev sekinînin.”

‘Idlib gava ewil e ku Tirkiye ji Sûriyeyê were derxistin’

Her wiha Çaksû diyar kir ku Tirkiye naxwaze Idlibê ji dest berde û hinceta Tirkiyyê wiha vegot: “Heke Tirkiye dest ji Idlibê berde, cihên din ku li Sûriyeyê dagirkiriye wek Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê dê ji destê Tirkiyyê biçe. Wê Idlib bibe gava destpêkê ya derxistina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê. Li aliyê din Rûsya û rejîm dixwaze di çarçoveya peymana Soçî de Idlib û herêmên din bixe bin kontrola xwe. Rejîm bi piştevaniya Rûsya û Îranê bi pêş ve diçe.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar