Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kubîlay: Guh bidin hişyariyên Ocalan

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, li navenda Giştî ya HDP’ê bi civîna çapemeniyê geşedanên di hefteyê de nirxandin.

Kubilay bal kişand ser operasyonên li tevahiya Tirkiyeyê pêş dikevin û wiha got: “Li Dêrsîm, Kocaelî, Amed, Enqere, Agirî û gelek bajarên din gelek endam û rêveberên me hatin binçavkirin. Duh li Wanê 17 kes hatin binçavkirin. Îro li Dêrsimê 10, li Kocaeliyê 9, li Amedê herî kêm 5, li Enqereyê 5 bi giştî nêzî 50 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin zêdetir endam û rêveberên me yên navçe û bajaran û rojnameger hene. Bi wesîleya salvegera 15’e Sibatê bi awayekî keyfî û li dijî hiqûqê tên binçavkirin. Em dixwazin demek berî demekê hevalên me serbest bên berdan. Bi lez destê tundiyê yê ji ser HDP’ê rakin.”

‘Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye’

Di axaftina xwe de Kubilay anî ziman ku di bazara li ser Idlib û Sûriyeyê de tenê agahiyên serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan û 3-5 kesên li dora wî hene û wekî din agahiya kesî tune ku bazarek çawa tê kirin. Kubilay destnîşan kir ku di armanca pêvajoya Astana û Soçî de ber bi dawî ve diçin û ji ber ku tiştek bi dest nexistin, bi armanca mêtingeriyê bi rêbazên mîlîtarîst destkeftiyên kurdan ji bo xwe dikin armanc û wiha domand: “Ji bo çavkaniyên herêmê bi dest bixin, bi awayekî li dijî pîvan û rêgezan polîtîkaya derve ya mîlîtarîst dixin meriyetê. Dema balafira Rûsyayê xistin xwar, Erdogan digot ‘Çi karê Rûsyayê li Sûriyeyê heye?’ Dîsa dema DYA li dijî DAIŞ’ê şer kir digot ‘Çi karê DYA li Sûriyeyê heye? Em jî niha dipirsin. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Çi karê leşkerên Tirkiyeyê li Idlibê heye? Leşkerên Tirkiyeyê di berdêla çi de li Idlibê tên kuştin? Em wekî HDP’ê divê vê yekê bipirsin.”

Komploya 15’ê Sibatê

Kubilay têkildarî 21’emîn salvegera komploya navdewletî ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û radestî Tirkiyeyê hat kirin jî axivî û ev tişt anî ziman: “Sibê salvegera 15’ê Sibatê roja ku  Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin e. Di şexsê Ocalan de xwestin gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tasfiye bikin. Îro dixwazin têkoşîna azadiya gelê kurd li Sûriyeyê rawestînin û têk bibin. Dixwazin azadiya kurdan ber bi pêvajoyek ne diyar ve bibin. Vê yekê bi tecrîda mûtlaq a Îmraliyê pêx dixin. Dema em li vê pêvajoyê binêrin em baştir fam dikin ku çima Ocalan ji Sûriyeyê dexistine. Plankerên komployê di serî de DYA, Îngilistan, Rûsya û gelek welatên din in. Tu carî komplo negihişt armanca xwe. Gelê kurd ji salên 1999’î heta niha gelek bedelên giran dan. Êşên mezin bi serê kurdan de hat. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov avêtin zindanan. Xaniyê wan li ser serê wan xera kirin. Neçarî koçberiyê kirin. Ev hemû perçeyekî kompoyê bû. Lê Ocalan li Îmraliyê bi sekna xwe ya bi biryar, têkoşîna xwe ya bi biryar û bi rûmet, ji bo aştî, diyalog û demokrasiyê israr kir. Bi vê israra aştî, demokrasî û diyalogê komplo bi ser neket. Îro di şexsê Rojava de li Rojhilata Navîn berxwedan didome. Projeya wekhevî û azadiyê bi destê gelên birêxistin dikeve meriyetê. Ev projeya aştî, demokrasiyê ya gelan nîşan dide ku komplo bi ser neketiye.”

Hişyariyên Ocalan

Kubîlay hişyariya Ocalan a ‘dê polîtîkaya kaos û tundiyê mekanika darbeyê têxe tevgerê’ jî bibîr xist û wiha got: “Em dibînin ku mekanika darbeye ji nûve bi hêz dibe. Ji ber vê yekê divê hûn guh bidin daxuyanî û hişyariyên Ocalan. Em carek din îktîdarê hişyar dikin. Em dixwazin ku Tirkiye ya îmze avêtiye bin peymanên navneteweyi li gorî vê peymanê gavan biavêjin. Em dixwazin dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin. Dîsa dest bi diyalog û pêvajoya muzakereyan bikin. Em dixwazin hûn dîsa deriyê aştiya bi rûmet û pêvajoya demokratîkbûnê vekin. Birêz Ocalan dixwaze li vî welatî aştiya herî mezin pêş bikeve. Birêz Ocalan herî dawî got ez amade me ku pirsgirêkê çareser bikim. Ji ber vê yekê guh bidin Ocalan.”

Herî dawî Kubîlay bal kişand ser amadekariya 4’emîn Kongreya mezin a HDP’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di 23’yê sibatê de dê kongreya mezin a HDP’ê li Enqereyê bê lidarxistin. Em armanc dikin ku 30 hezar kes beşdarî vê kongreyê bibin. Em bang li gelê xwe dikin ku di 23’yê sibatê de tev li vê kongreya Enqereyê bibin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar