Li Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê, ji ber şert û mercên hewaya dijwar, rêya 444 gundan hatin girtin.
Li navend û navçeyên Wanê, ji ber berf û pêtiyê, reya 211 gundan hat girtin. Li Colemêrgê jî, ji ber pêtî û aşûtê rêya 44 gundan û 126 guman hatiye girtin. Li Bedlîsê jî rêya 50 gundan û li Mûşê jî rêya 17 gundan hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniya Miduriyeta Herema 14’emîn a meteorolojiyê, li tevahiya herêmê dê ewr hebe, li aliyê başûrê Colemêrg û Wanê jî, wê berf pir zêde bê. Li bendêye ku di saetên şevê û serê sibê de jî, qerîsîn û cih bi cih mij û moran hebe. WAN