Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kurd bi komploya 15’ê Sibatê hatin tecrîdkirin!

Li ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tam 21 sal derbas bûn. Du roj berê em ketin sala 22’yan. Di 21 salên derbas bûn de, hema bêje her roj geşedan û bûyerên wisa pêk hatin ku mohra xwe li têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dan.

Çawa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tena serê xwe li girava Îmraliyê ya mînakên wê li cîhanê kêm in li ber xwe da, di serî de gel û gerîla jî li her cihê lê di asta şoreşê de li ber xwe da. Her çendî berxwedanek bilind û xurt hatibe kirin jî, lê mirov nikare bêje bi encam bûye. Çima? Ji ber ku hê jî mîmarê vejîna gelê kurd Birêz Ocalan dîl e.

Heger  bi têkoşîn û berxwedana îro de heta astekê hebûna gelê kurd bûbe gerdûnî, hemû bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye.

Ger em sedema pêkhatina komployeke wiha û bi vê encamên dixwestin bi dest bixin dê mijara me baştir bê fêmkirin. Hêzên emperyalîst û hegemon ên modernîteya kapitalîst ên ku dixwestin bibin dêwê dinê û her gavê bi nirx û rûmeta civakan xwe bidin jiyîn û mezin bibin, di serî de dixwestin gelek plan û projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn û cîhanê pêk bînin. Lê li pêşiya wan astengiyek hebû. Şiyarbûna kurdan û dîsa Tevgera Azadiya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo pêk hat, ji bo van hêzan bûbû kelem. Wisa ne hesan bû bêyî kurdan û Tevgera Azadiyê bikaribin plan û projeyên xwe bi cih bînin. Jixwe di hemû nirxandinên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd de ev yek bi aşkerayî hatiye gotin û hê jî domandina komployê weke parçeyek vê dibînin.

Rêber Apo bi dahûrandin û pêşbîniyên xwe yên li ser civakê, tim ev yek radixist ber çavan û di vî warî de civak şiyar dikir. Van hêzan û bi taybetî bi notirvaniya Tirkiyeyê gava yekem a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an, hêdî hêdî bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê dikete meryetê. Rêber Apo ji bo derketina xwe ya ji Sûriyeyê û komployê bi ‘Hevaltiya nerast û dostaniya sexte’ pênase kir.

Bi hevkariya hinek hêzên herêmî û dîsa komplogeran roja 15’ê Sibata 1999’an Rêber Apo li Kenyayê dîl tê girtin û radestî notirvan Tirkiyeyê tê kirin. Her çendî ku serokkomarê demê Bulent Ecevît di şoqa wê de bû bê ka çima Ocalan radestî wan kiriye jî, nedizanî ku ew ê rewş weke wan dixwest heta îro neyê. Bi ya wan dê Rêber Apo bigirin û bi dadgeheke sembolîk a weke berê li pêşengên kurdan kirin, bikin û Rêber Apo jî weke Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza û gelek hevalên wî bidar ve bikin û pêşî li pêşiya serhildanek din a kurdan bigirin. Lê ev yek bi saya berxwedana li Îmraliyê û serhildanên gel vala hatin derxistin.

Rêber Apo ji roja yekem ve ji bo Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê pênaseya ‘Roja Qirkirina Kurdan’ binav kiribû. Ev yek di van 21 salan de bi karyarên di serî de dewleta tirk û hêzên emperyal roj bi roj kifş bû. Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin di serî de wî û Tevgera Azadiya Kurd tune bike û qira kurdan bîne.

Lê her ku wan di plana xwe de israr kir, di serî de Rêber Apo, gelê kurd û gerîla jî asta berxwedanê xurtir kirin. Bi taybetî gerîlayên ku bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ mohra xwe li berxwedan û çalakiyên demê dan. Li ser vê yekê, dem hat li ser bangên Rêbertiyê gelek çalakiyên ku nefes li dewletê diçikand, mîna çalakiyên gerîla û şerê gel ê şoreşgerî her wiha çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê şansek din da dewletê. Lê dewletê tim ev şans cuda bikar anî û her tim xwest rêya îmha û qirkirinê li ser kurdan bide ferzkirin û bikar bîne.

Jixwe gelek bûyer û pêşketinên ku îro pêk tên nîşaneyên vê yekê ne ku dewleta tirk rêyên qirkirinê bikar tîne. Di serî de êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an a li ser herêmên azad ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û dîsa êrîşên dagirkeriyê yên li başûrê Kurdistanê nîşaneyên ne tenê tesfiyekirina PKK’ê berovajî qirkirina kurdan e. Li gel vê her çendî asta êrîşan dijwar bûye jî berxwedan û serhildanên gel û gerîla jî ewqasî zêde bûye. Di salvegera 21’î de jî ev berxwedan hate kirin. Niha gelek derfet û pêşketinên bi saya ramanên Rêber Apo di serî de li Rojava derket, ji bo jin, ciwan û gelek beşên cih ên civaka navneteweyî û heta cîhanê bûye modelek ya jiyana nû. Ji bo vê ye di gelek aliyan de çalakiyên kurdan bûne gerdûnî û piştevaniya ji cîhanê digire li gorî berê hê zêdetir e.

Bi ketina sala nû ya komployê re dirûşma demê ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu’ dê asta çalakiyan zêdetir bibin. Di serî de li Kurdistan û derveyî welat li her qada ku kurd lê ne ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê têkoşîn û berxwedan di asta herî bi hêzde bê kirin ku bikare dawî li vê yekê bîne. Ji her demê bêhtir di roja me ya îro de faşîzm qels û lewaz bûye. Ger ku em bikaribin vê yekê baş bikar bînin, em ê bikaribin faşîzmê têk bibin. Ev derfet heye… Ji bo wê ye divê em vê derfetê ji dest nedin û ji bo têkbirina vê zend û bendan  badin…

Nûçeyên Têkildar