Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ebdî: Vegera dema beriya 2011’an nepêkan e!

Navenda Nûçeyan |

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji qenala Al Arabiya re axivî û destnîşan kir ku tu projeya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser ji nedîtî ve tê, şensê xwe yê serketinê nîne.

Ebdî ragihand ku krîza Sûriyeyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe, Rêveberiya Xweser ji bo parastina xaka xwe berdêlên mezin daye û wiha got: “Texmîn nakim ku welat vegere beriya 2011’an û di vê çarçoveyê de rola mezin û aktîf a kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê yên dîtir heye.”

Têkildarî dan û standinên di navbera HSD’ê û rejîmê de jî Ebdî ev tişt anî ziman: “Maf li gorî qurbanî û helwestan tên dayîn, tiştê ku pêkhateyên gelê me daye, ne kêmî gelê dîtir e ku parastina welatê xwe kiriye. Ji lewre daxwaze me mafên rewa ne û nûnertiya wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e. Metoda leşkerî nepêkan e ku bi xwe re çareseriyan pêk bîne, nîşaneya vê jî salên dawîn in. Ji lewre em hêvî dikin ku ferzkirina çareseriyên leşkerî tune bin.”

Di axaftina xwe de Ebdî diyar kir ku Rêveberiya Xweser êdî projeke rasteqînî ye ku nayê têkbirin û bêyî wê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyeyê pêk bê û wiha domand: “Pêwîstî di pêkanîna çareserkirina azarên Sûriyeyê heye, bi rêya xebata li ser guhartina demokrasiyê li welat li gorî bergiriyên ku ne gef û ne jî xetereyê li ser Sûriyeyê yan jî gelê wê pêk bîne.”

‘Tu encamên civînên li derve tunene’

Têkildarî civînên ku li derve der barê aloziya Sûriyeyê de lidar dikevin Ebdî wiha destnîşan kir: “Tevahî hewldanên çareseriya rewşa Sûriyeyê û dan û standinên di dirêjahiya salên borî de di tunebûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser de lidar ketine, tu encamên ku pêdiviyên sûriyeyan dabîn bikin, jê dernektin. Ew dan û standin mîna lihevkirinên dewletên bi navê sûriyeyan li Idlibê bi encam dibin.”

Her wiha Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi awayekî pratîkî diaxivin û bo nimûne, komîteya destûrê bi biryara navneteweyî ya 2254’an re nakok e û nûnertiya sûriyeyan nake û ev jî çewtiyek e. Divê tevahî bêyî cudahî beşdar bibin. Wê demê divê bê gotin çareseriya Sûriyeyê, destûra Sûriyeyê û danûstandina Sûriyeyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar