Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevsengiya bêpîvan

Şerê li Sûriyeyê 10 sal in didome. Wiha xuyaye ku dê hê jî berdewam bike. Hemû hêzên cîhanî û herêmî, di nav vî şerî de ne. Hemû hêz jî li gor berjewendiyên xwe nêz dibin. Di nav berjewendiyên tu hêzê de, berjewendiyên gel û civakan nîn in. Hemû hêz berjewendiyên xwe yên dewletî-desthilatdarî esas digirin. Tu hêz bi hev re tifaqên stratejîk pêk naynin. Hemû hêz bi hev re di nav têkiliyên rojane de ne. Hin hêz li gund û bajerekî dost lê li gund û bajerekî din dibin neyarên hev in.

Her diçe alozî mezin û kûrtir dibe. Jixwe alozî û qeyran karekterê pergala cîhanê ye. Pergal bi qeyran û aloziyên xwe didomîne. Çiqas qeyran alozî, ewqas dagirkerî, firotina çekan û qezanckirin e. Hemû hêz bi vê armancê nêz dibin. Bûye wek bazara bazirganên bêpîvan û bêehlaq. Tenê  tevgera gelê kurd, xwediyê proje û pergaleke çareseriyê ye. Lê ji ber ku çareseriya neteweya demokratîk ne li gor berjewendiyên dewlet û desthilatdaran e, dixwazin vê hêza çareseriyê jî bifetisînin û têk bibin. Êrîş li dijî rojavayê Kurdistanê tên kirin û lîstikên li ser tên lîstin ji bo vê yekê ne.

Ev 10 sal in, her tim hêzek derdikeve pêş û hemleyan dike. Di navbera 2011 û 2014’an selefî û suniyên li Sûriyeyê bi pêş ketin û nîvê Sûriyeyê dagir kirin. DAIS hêza herî sereke bû û gelek deveran  xistibû bin serweriya xwe. Piştî 2014’an tevgera gelê kurd bi pêşengiya YPG û YPJ’ê hemleyek kir. Gelek  cihên rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji DAIŞ’ê paqij û xilas kirin. Gelek hêz vê yekê jî ji xwe re wek metirsiyekê dîtin. Ji ber vê jî, divê pêşî lê bihata girtin. Bi destûra Amerîka û Rûsyayê dewleta tirk xistin dewrê. Ji bo ku pêşî li pêşveçûnên xeta neteweya demokratîk bigirin, dewleta tirk wek darek li ser serê kurdan xistin dewrê. Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û çeteyên hov ve hatin dagirkirin.

A niha jî dor dora pêşîgirtina dewleta tirk e. Pir rû danê û ew pir bi ser xwe ve çû! Divê were kontrolkirin. Wateya êrîşên li dijî Idlibê ev e. Rûsya, Îran û rejîm êrîş dikin, dewleta tirk jî Idlibê bi leşkeran tijî dike. Hêza wî heye ku bi Rûsya, Îran û rejîmê re şer bike? Na bêguman nîne. Çima ewqas  qireqir û cire cir dike?

A yekem, dixwaze hêza xwe ya bazariyê zêde bike. Mijara wan a bazarê jî kurd in; hewl didin ku kurd negihîjîn armancên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî anku dibêjin bila kurd li welatê xwe nikaribin bijîn. Li şûna wan erebên sûnî û selefî bi cih bikin. Amerîka û Ewropa jî ev yek pejirandiye. Amerîka dixwaze tenê li herêma Cizîrê kurd hebin. Bi cihên din re zêde eleqedar nabe. Dewletên ewropî jî ji tirsa penaberan vê yekê dipejirînin. Bi taybetî jî Almanya pêşengiya vê yekê dike. Rûsya, rejîm û Îran jî dixwazin kurd bi hin mafên biçûk qanih bibin û bikevin bin kontrola wan. Ji ber vê yekê dixwazin kurd hinek din jî ji aliyê dewleta tirk ve werin pelçiqandin. Ji ber vê yekê jî ev hevsengî bêpîvan, bêehlaq û bêwijdan e; hevsengiya pûştan e!

Nûçeyên Têkildar