Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Di 21’ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên lidarxistin

Navenda Nûçeyan |

21’ê Sibatê li cîhanê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî tê pîrozkirin. UNESCO’yê di roja 17’ê Mijdara 1999’an biryar girt ku 21’ê Sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî. Kurd jî her sal di vê rojê de hin çalakiyan li dar dixin. Hin ji çalakiyên îsal jî dê li gelek bajaran werin lidarxistin. Dê ev çalakî bi awayên panel, daxuyanî û şahiyan bên birêvebirin.

Li gorî nûçeya Diyarnameyê hin ji van çalakiyan wiha ne:

AMED

Li Amedê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê li ser mijarê dê panelek li dar bixe. Panela ku nivîskar-parêzer Şêxo Filîk dê moderatoriya wê bike de parêzer Mehmet Emîn Aktar dê li ser “Hiqûqa navneteweyî û astengiyên li ber parastina bi zimanê zikmakî”, Nadîre Guntaş Aldatmaz li ser “Peyniya Polîtîkaya Ziwanan de Halê Kirmanckî (zazakî)” û nivîskar Selîm Temo jî dê li ser “Kurdî: Ji do ber bi sibê ve” biaxive.

Panel 23’yê mehê saet 10.30’î de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê dê bê lidarxistin.

ÊLIH

Şaredariya Êlihê di bin moderatoriya Herdem Merwanî de panelek bi beşdariya perwerdekar-rojnameger Mehmet Şahîn, perwerdekar Dîlan Aydin û Cemîl Guneş panelek li dar dixe. Panel 21’ê Sibatê saet 19.30’an de dê li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn bi rêve biçe.

Her wiha di 20’ê sibatê de li heman cihê û armancê lîstika şanoyê “Zargotin Zêrgotin e” ya Teatra Mencel a Wanê ve tê lîstin.

STENBOL

Li Stenbolê çend çalakî li ser vê rojê li dar dikevin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Sînemaya Mezopotamya bi hev re çalakiya “Jiyan bi zimanê dayikê xweş e” li dar dixe. Di vê çarçoveyê de roja 21’ê Sibatê di saet 19’an de dê belgefîlma Ardîn Dîren a bi navê “Her mal dibistanek” nîşan bidin. Nîşandayîna belgefîlm li Yapim 13’ê saet di 19.00’an de ye (İnonu Mah. Harbiye Çayiri Sok. No 3 Kat 2, Harbiye-Şişli)

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi sernavê “Aktîvîzma zimanî li ba kurdan” panelek li dar dixe. Di panela ku Remziye Alparslan dê moderatoriya wê bike de dê Miraz Ronî, Samî Tan û Zana Farqînî biaxivin. Panel êvara 22’ê sibatê di saet 19’an de li Odeya Tabîban a Stenbolê li dar dikeve.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî bi sernavê “Çima kurdên bakur bi zimanê xwe rapeyivin” panelek li dar dikeve. Panela ku Janya Acar dê moderatoriya wê bike de Mustafa Borak û Nuri Sinir dê biaxivin. Panel roja 22’yê sibatê di saet 15’an de li Salona Navenda Kongreyê ya Tepekuleya Egeyê bê lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar