Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Li Stenbolê şeva dengbêjan hat lidarxistin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Çandê ya Hasan Alî Yucel a li Navçeya Kartala Stenbolê Şeva Dengbêjan li dar xist. Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclisa Ciwanan a HDP’ê, MEYA-DER, ANYAKA-DER, Rêxistina CHP’ê ya Kartalê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), gelek komeleyên wekî din, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci beşdarî Şeva Dengbêjan bûn.

Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê Delal Şeker axaftina destpêkê kir û wiha got: “Çanda kurd bi saya dengbêjiyê heta roja îro hatiye. Dengbêjî deng zindî dike. Dengbêj tiştên ku gel jiyaye tîne ziman. Carinan evînê, carinan xwezayê, gelek carî jî lehengî û îxanetê tîne ziman. Dengbêj nahêle çîrokên gel winda bibe. Dengbêj hafizaya gel e.”

‘Dê tu zext nikaribe çanda gelan têk bibe’

Piştre Erdal Avci axivî û ev tişt anî ziman: “Gelên li Mezopotamyayê ji bo hebûna xwe îspat bikin bi salan bedelên mezin dan. Ew ê tu zext nikaribe çanda gelan têk bibe. Ji bo em bên vê astê ev 40 sal e em bedelên giran didin. Ji bo ev mîrateya bigihêje nifşên din em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan Nezîr Agit, Xalide, Kazo, Alîcan Bîlgîn, Hozan Baran, Vechettîn û Arîf Xelatî derketin ser dikê. Gel eleqeyek baş nîşanî kilamên dengbêjan da.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar