Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta Gulistan Doku û qirkirina jinê

Gulistan Doku ya ku ev demek e di rojevê de ye, hê jî aqûbeta wê nayê zanîn. Tevî bertek û protestoyên rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl tu pêşketinek çênebû. Lê belê dîmenên dawî yên Gulistan Doku yên mobeseyan di çapemeniyê de hatin parvekirin.

Heta niha çima agahî ji Gulistan Doku nehatiye wergirtin? Raya giştî li benda bersiva vê pirsê û her diçe zêdetir tê pirsîn.

Hejmara polîs, leşker, saloxger (îstixbaratvan), memûrên dewletê hwd. yên li Dêrsimê berê bi rêya çapemeniyê hatibûn parvekirin. Li gorî vê, hejmara wan du-sê caran li ya gelê Dêrsimê ye. Em hejmara tora sîxuran, mobeseyên wesayît, xalên sabît, ser rêyan, çerxerêyan, serê piran, avahiyên fermî yên dewletê, sûk-bazaran, dikanan hwd. yên bi pergala kontrola navendî ya dewletê ve girêdayî ne jî bidin ber çavên xwe, tevî vê hîn jî rayedarên dewletê daxuyaniyên ku meriv qanih bibe nedane. Ev rewş şik û gumanên meriv zêdetir dikin û bala meriv hîn bêhtir dibe ser dewletê.

Dewleta TC’ê ya qirker, pêdivî bi veşartina êrîşên xwe yên şerê taybet-qirêj ên li Kurdistanê nabîne. Di hedefa van êrîşên aşkera yên asterast de jin, ciwan û zarok hene. Sedema êrîşên salên dawiyê yên li dijî jin, ciwan û zarokên li Kurdistanê ev rastî ye. Em bala xwe bidinê, li Kurdistanê tundiya li dijî jinan, kuştin, tecawiz; li zanîngeh û dibistanên navîn birêxistinkirina çeteyên madeyên hişbir; berbelavkirina fuhûş û nexweşiyên şewbê, kuştina zarokan û revandina wan hwd. zêde bûne.

Teqez ev ne tesaduf e, bi awayekî ji rêzê jî nikare were ravekirin. Ev perçeyek ji êrîşên qirkirina civakê ye ku bi tevahî bi destê dewletê bi awayekî pergalî tên kirin. Îhtimaleke mezin e ku Gulistan Doku jî bûbe hedefa êrîşên bi vî rengî.

Tê zanîn ku lingekî êrîşên dewleta TC’ê ya qirker ên qirkirina civakê, polîtîkayên wê yên li zanîngeh û dibistanên navîn in. Gotina “ji dêvla diçin çiyê bila fuhûşê bikin” ya valiyê Sêrtê hîn jî di bîra me de ye. Bi kadroyên taybet van polîtîkayan bi rê ve dibin. Ji bo vê bi sedan kes li dibistanan hatine peywirdarkirin. Xwe li van deran birêxistin dikin, madeyên hişbir û fuhûşê berbelav dikin bi vî awayî jin û kurên ciwan dixînin û wan bi xwe ve girê didin û wan li gorî armancên xwe bi kar tînin. Hatiye peyitandin ku di nav vana de yên radestî çeteyên fuhûşê hatine kirin û yên kirine ajan hene.

Waliyê Dêrsimê der barê kesê dîmenên wî yên bi Gulistan Doku re bi rêya çapemeniyê hatin parvekirin de, daxuyaniyek ku meriv pê qanih bibe nedaye. Ev bi serê xwe dide xuyakirin ku bûyer ne bûyereke ji rêzê ye û têkiliya wê bi agahiyên me li jor rêz kirin re heye. Kesê behsa wî tê kirin ne ji Dêrsimê ye. Ev kes ji derva anîne. Piştî agahî ji Gulistan Doku nehat wergirtin his û pisa vî kesî jî nehat.

Li bajarên din ên Kurdistanê jî bûyerên“wendahiyên” mîna Gulistan Doku çêbûn. Piştre derket holê ku li pişt van bûyerên “wendayan”kesên li aliyê dewleta TC’ê ya qirker hatine peywirdarkirin û bûne ajan hene. Û niha ev kes jî wek polîsên îşkencekar û kujer bi awayekî taybet tên parastin.

Heger li Gulistan Doku xwedî derneketana û evqas lê nehatana pirsîn, ew ê jî wek gelek jinên ciwan ên “aqûbeta wan nayên zanîn”biketana lîsteya “wendayan”. Jixwe tişta dewleta TC’ê ya qirker dixwaze bike ev e. Lê belê derdor û kesên şoreşger û demokrat, saziyên civaka sivîl destûr nedan vê yekê. Ya girîng û divê pêk were jî ev xwedîderketin e.

Lê ev êrîşa qirkirina civakê ya di kesayeta Gulistan Doku de li dijî jinên ciwan pêk hat, divê bi tiştên heta niha hatine kirin, sînordar nemîne. Êrîşa li dijî jinan di rastiya xwe de qirkirina li dijî civakê ye. Ji lewre divê hemû civak li hemberî van bûyerên “wendayan”bi parastina cewherî bersiv û helwesta xwe nîşan bide.

Nûçeyên Têkildar