Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Konferansa Platforma Zimanê Kurdî dest pê kir

Konferansa Platforma Zimanê Kurdî, bi dirûşma ‘Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye’ li oteleke navçeya Sûr a Amedê dest pê kir. Konferans di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat lidarxistin. Pêkhateyên Platformê Ziman Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Azadî beşdarî konferansê bûn. Di heman demê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratî (KCD) Berdan Ozturk û Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, tev li konferansê bûn.

Pankarta ‘Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye’ bi salona konferansê ve hat kirin.

‘Pêngavên şênber wê ji bo pêşerojê pir girîng e’

Piştî deqeyek rêzgirtinê konferansê dest pê kir. Axaftina vekirinê ya konferansê Berdevkê Platforma Zimanê Kurd Şerefxan Cizîrî kir. Cizîrî destpêkê bal kişand ser girîngiya xebatên ziman û wiha got: “Her pêngavên şênber ên bên avêtin, wê ji bo pêşeroja kurdî xwedî girîngiyek pir mezin be.”

Ji endamên platformê Hayrettîn Altûm jî di axaftina kir de wiha got: “Zaravayê kirmanckî yê kurdî bi talokeya tunebûnê re rû bi rû ye. Divê em xwedî vî zaravayî derkevin. Ez banga xwedî derketinê li hemû kesan dikim.”

Dê mijarên cuda bên pêşkêşkirin

Di dewama konferansê de, Rêveberê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn dê mijara ‘Ziman û Perwerdê’, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîtfyurek ‘Ziman û Gel’, Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî ‘Ziman û Ronahî’ û ji PSK’ê Hasan Dagtekîn jî ‘Ziman û Fermiyet’ pêşkêş bike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar