Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

ÎHD’a Wanê binpêkirina mafan ên li girtîgehan aşkera kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Wanê kirin rapor û bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Komeleyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Serokê ÎHD’ê Murat Melet, rêveberên komeleyê Servet Ertak û parêzer Mehmet Karataş di civînê de amade bûn. Parêzer Karataş diyar kir ku girtîgehan binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û li Girtîgeha Tîpa F di dîroka Tirkiyeyê de pêngavek nû ava dike û da zanîn ku piştî derbasî pergala Tîpa F bûn êdî têkiliya girtiyan a bi derve re bi temamî hat qutkirin û wiha got: “Girtî bi temamî ji axê hatine dûrxistin. Her cih bi temamî beton e. Dîwarên hewşa wê pir bilind in û rojê nabîne. Her 3 kes di odeyên hatine îzolekirin de dijîn. Bernameyên civakî pir pir kêm in. Di vê pêvajoya ku hêj girtîgehên Tîpên F, Ewlehiyên Bilind û Tîpên T tên avakirin de niha jî pergala kampusê dixin meriyetê. Em ji vê yekê re dibêjin girtîgeha di nava girtîgehê de. Pergala girtîgehên kampusê di 10-15 salên dawî de ketin meriyetê. Ev bi serê xwe binpêkirina mafan e. Bi vê yekê tecrîd bêtir hişk kirine.”

Karataş anî ziman ku di 18’ê sibatê de li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi Medya Aslan, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Ferhat Sayiner û Girtîgeha Tîpa F a Wanê jî bi Ergîn Balda re hevdîtin kiriye.

Karataş da zanîn ku li gorî hevdîtin û çavdêriyê ev tespît kirine:

“Li her sê girtîgehan pirtûk, kovar û rojname bi sînor kirine. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Girtiyan di dema wan de naşînin revîrê. Girtiyan sewqî nexweşxaneyan nakin. Mafê girtiyan ê telefonê tê astengkirin. Xebatên hevpar ên spor û sohmetê tên bisînorkirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di 14’ê sibata 2020’an de 2 kawîşên jinan bi zorê kirine yek. Piştî kawîş kirin yek 16 girtî dimînin. Di demên pêş de dema hêjmar zêde bibe dê pirsgirêk jî zêde bibin. Dema kawîş kirin yek hemû alav û amûrên wan di lêgerînek pir dijwar re derbas kirin û zirar dan alavan. Piştî çûn kawîşa nû, rêveberiyê heta 4 rojan batanî û lihef nedan wan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind radyoyên girtiyan kom kirine. Mafê wan ê ragihandinê binpê dikin. Li heman girtîgehê malzemeyên girtiyan ên ji kantînê stendine dîsa ji destê wan kom kirine. Li odeyên 3 kesan dema girtî televîzyonê distîne tenê li ser navê kesekî qeyd dikin û dema ew qes jî serbest tê berdan ango sirgûn dibe, rêveberiya girtîgehê televîzyonê ji wan distîne. Girtiyên ku cezayên wan kêmî salekê mabin dema dixwazin sewq bikin ev daxwaza wan tê redkirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê pergala qafesê pêş dixin. Li heman girtîgehê, pereyên ku li ser navê malbatê tê şandin, bi hinceta malbatê neşandiye dest datînin ser pereyan. Dema porên girtiyan jê dikin li salona ne paqij porê wan çê dikin. Bijîşkê girtîgehê tenê hefteyê du rojan û her carê nîv rojê li girtîgehê dimîne. Berî her tiştî mafê girtiyan ê zagonî tê sînorkirin. Bi taybetî zext û tundiya li ser girtiyan zêde bûye. Li dervê zagon û hiqûqê girtiyan ceza dikin. Bêyî biryara dadgehê û dozgeriyê hebe pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtiyan.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar