Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hunermendên kurd ji bo ‘yekitiyê’ derketin ser dikê

Hunermendên Kurd ji bo xatirê yekitiya neteweyî li paytexta Swêd Stockholmê konserek dan. Konser roja yekşemê li Solna Hallenê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda ‘Ey Reqîp’ dest pê kir.

Li konserê ku ji aliyê Golah Xizîrî û Mahmûd Hame Taha Akeyrî ve hate pêşkêşkirin, hunermend Xelîl Xemgîn beriya bistirê qala sedema lidarxistin konserê kir.

Xemgîn diyar kir ku hunermendên kurd ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser bakur-rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li hev kom bûn, ji bo karê yekitiya neteweyî xurt bikin ketin nava hewldaneke wiha û wiha got: “Em dixwazin van konseran ji Helebçeyê heta Kobanê li dar bixin. Em dixwazin rêxistin û partiyan hemûyan tev li vî karî bikin.”

Xemgîn ji partî û rêxistinên kurdistanî xwest ku guh bidin dengê hunermendan û piştgiriya van hewldanên ji bo yekitiya neteweyî bikin.

Piştre hunermend Mîhamed Taha Akreyî, Nasir Rezzazî, Narîn Feqe, Nejmeddîn Xulamî, Hesen Şerîf, Ayfer Duzdaş, Diyar Dersimî, Kejal Ademî, Hoshyar Hama Farag, Marîwan Safadîn û Şivan Perwer derketin ser dikê û her yekî du stranên bi kurdî gotin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûş jî li konserê axivî û diyar kir ku armanca KNK’ê pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdan e û 21 sal in ji bo vê yekê têdikoşe.

Karamûş ji ber vê hewldanê spasiya hunermendan kir û plaket pêşkêşî wan kir.

Di dawiya konserê de hunermendan hemûyan bi hev re stranek gotin. STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar