Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rejîm berê xwe da rêya M4, Rûsyayê dîsa li leşkerên tirk xist

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê li Idlibê rêya Heleb-Şam (M5) kontrol kir berê xwe da rêya Heleb-Lazikiye (M4) a li başûrê Idlibê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên rejîmê herêmên Neqîr, Şêx Mistefa, Kersûxê, Til Nar, Rekayê, Hentotîn û Şêdxamis ên dikevin başûrê Idlibê kontrol kir.

Artêşa tirk jî li herêmên Besamîs, Barûdê û Kensefra yên li başûrê Idlibê 4 noqteyên leşkerî yên nû ava kir. Li aliyê din konvoyekî leşkerî ku ji 50’î wesayîtan pêk dihat a leşkerên tirk çûn herêma Caber Zaviye.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî şevê din li dijî herêma Şîr Maxar ku noqteya çavdêriyê ya tirk lê ye li herêmên Ehsem, Barê, Fetîra, Kewkebê, Meher, Kefernubul, Biseqla û Meret Hermê êrîşên hewayî pêk anîn.

SOHR: 5 leşker mirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên rejîmê derdora noqteya dewleta tirk a li herêma Kensefra ya li Cebel El-Zawiyê ya li başûrê Idlibê topbaran kir, 5 leşkerên tirk hatine kuştin.

Hêzê tirk û çeteyên wê jî piştî bomberdûmanê û şûnde li Neyrebê noqteyên hêzên rejîmê dan ber topan.

Wezîrê Têkiliyên Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî da û diyar kir ku amadekariya hevdîtineke nû ya têkildarî Idlibê bi Tirkiyeyê re dikin û wiha got: “Di lihevkirinên di navbera serokên Rûsya û Tirkiyeyê de di mijara ku terorîst bikevin nava tevgerê wê tu êrîşek pêk neyê tu sozek nehate dayîn. Ji ber vê sedemê tiştekî ku em ne li bendê bin nîne. Leşkerên tirk ên li qadê erk dikin em bawer in ku vê ya dibînin û fam dikin.”

Lavrov: Bi mîsogerî em ê destûrê nedin

Lavrov di axaftina xwe de diyar kir ku ji noqteyên çavdêriyê yên tirk li dijî Sûriyeyê û wan êrîş pêk tên û da zanîn ku dê bi mîsogerî destûrê nedin ku tu hewldanekî ku terorîstan mafdar bike.

Li aliyê din Rûssîa Todays dîmenên sewqiyata leşkerî ya artêşa tirk a ji bo Idlibê ku ji aliyê balafirên keşfê yên rûs ve hatî kêşandin parve kir. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar