Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji ber min mala xwe terk nekir 10 sal ceza dan min’

Li Nisêbîna Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve di 24’ê gulana 2016’and e 17 jê zarok 70 kes hatin girtin û ji van yek jî Nurşan Demîr a dayika 5 zarokan bû. Demîr piştî girtina 4 salan şûnde di Adara 2019’an de hatibû tehliyekirin û 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza lê birî.

Têkildarî mijarê Demîr ev tişt anî ziman: “Dema em li malê bûn 3 rojan dengê çekan hat. Me nizanibû ku ev qedexe ji qedexeyên din cudatir e. Bi tanq, top û balafiran êrîş kirin. Piştre yek hat mala me û got vir nabe em birin bodrumê. Her tim zarokên min di bîra min de bûn. Em piştre çûn bodrumek din. Piştre ji me re gotin bi kumaşekî spî derkevin. Li ber kamereyan tiştek nekirin. Piştî kamera hatin girtin gotin ‘Hûn bi xêr hatin cehenemê.’ 10 kesî îşkence li min kir. Çewal xistin serê me. Milê min şikandin. Dijûn kirin. Bi dehan carî ez ji derenceyan de avêtim. Piştre hatim girtin. Li Mêrdînê bûm û piştre sirgunê Wanê kirin.”

4 salan ji zarokên xwe dûr ket

Di axaftina xwe de Demîr da zanîn ku zarokên wê 4 salan bêyî wê mezin bûnê û wiha got: “Hem ji alî aborî ve hem ji alî manevî ve em bêzar bûn. Gelek caran rûniştin çêbû. Lê min carekê jî parastin nekir. 4 sal piştî girtinek bê hiqûq ez hatim berdan. Ewil bi cezayê muebetê hatim darizandin. Piştre jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê 10 sal ceza dan min. Ji ber ez li mala xwe mam 10 sal ceza dan min.”

Her wiha parêzera Demîr Gulbîn Şahîn Daghan jî derbarê ceza dayînê de axivî. Daghan diyar kir ku di dosyayê de tu delîl tunene û wiha got: “Derket holê ku hemû îfade di bin îşkenceyê de hatine dayîn. Yek delîla di dosyayê de wêneyê Nurşan ê piştî îşkencê hatiye dayînê. Me der barê vê de serlêdana sûc kir. Dosya hîna jî li Nisêbînê di refan de tê girtin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar