Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tirkiye dixwaze bi temamî li Idlibê bimîne’

Şerê li Idlibê her ku diçe geş dibe. Artêşa rejîma Sûriyeyê li gel Rûsya û Îranê li dijî hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştgiriya wan dike şerekî dijwar dike. Her roj leşker tên kuştin. Li aliyê din gavên dîplomatîk berdewam dikin.

Nivîskar û Lêkolîner Hamîde Yîgît ku geşedanên li Idlibê ji nêzîk ve dişopîne diyar kir ku Tirkiye eniya şer li Idlibê sor dike û wiha got: “Niha bi şervanên wekîl di nava şer de cih digire. Tirkiye li ser baweriya ku DYA daye wê li Idlibê eniya şer geş dike. Niha Tirkiye bang li NATO dike û alîkariyê ji NATO’yê dixwaze. Heta niha şerê wekaletê hat kirin. Lê ji vê kêliyê û şûnde hinek zehmet e.”

Yîgît anî ziman ku êdî leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê tên kuştin û wiha domand: “Heta niha piştgirî dida şervanên li wê derê. Heta artêşa neteweyî îlan kir bi awayekî dizî piştgirî dida wan. Lê êdî şervanên li Idlibê şervanên Tirkiyeyê ne. Tirkiye bi Eniya El Nusra re li hev kir û tifaqa ku nav lê nekiriye li Sûriyeyê daye destpêkirin. Tirkiye dixwaze bi eniya Nusra û komên din ên cîhatkar re hebûna xwe bi temamî mayînde bike. Bi tamamî li wir bi cih bibe. Ji ber ku Tirkiye taahhutên xwe pêk neanîn, Artêşa Sûriyeyê li dijî wê operasyon da destpêkirin. Artêşa Sûriyeyê ewlehiya Rêya Bejayî ya M5 bi dest xist. Her kes êdî aşkere dibêje Tirkiye komên cîhatkar ji bo xwe dike mertal.”

Dixwaze welatên din jî tev li pêvajoya Idlibê bike

Yîgît destnîşan kir ku Tirkiye ji bo li Idlibê bi temamî bi cih bibe ew qas li ber xwe dide û wiha pêde çû: “Dizane ku rewşa wê ya li Idlibê bê guhertin êdî dê dor bê Efrînê jî. Dê dor bê herêma  ‘Firat Kalkani’ û ‘Bariş Pinari’. Tirsa Tirkiyeyê ew e ku ji ber soza daye cîhatkaran pêk neanîye dê cîhatkar hêrsa xwe ji wan derxin. Dîsa meseleyek din penaberên li herêmê ne. Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan, dê di 5’ê adarê de bi Pûtîn, Merkel û Macron re li Stenbolê bên cem hev. Hewldanên Tirkiyeyê yên dîplomatîk encam negirt. Ji ber ev rewş nikare daxwazên Tirkiyeyê bibersivîne. Tirkiye bi zîrveya Stenbolê gavek dîplomatîk avêt. Dixwaze Îranê li dervê vê zîrveyê bihêle. Dixwaze welatên rojava jî tev li pêvajoya Idlibê bikin û li gorî xwe bi teşe bikin.”

Dê penaberan bike bazar

Di axaftina xwe de Yîgît da zanîn ku Tirkiye dixwaze penaberan jî bike mijara bazarê û wiha lê zêde kir: “Tirkiye dê di zîrveyê de meseleya penaberan jî bîne ser maseyê. Dê bi penaberan welatên rojava jî tev li pêvajoya Idlibê bike. Ji ber ku welatên rojava li hemberî penaberan pir bi fikar û tirs in. Qada Idlibê bêtir germ dibe. Şer bêtir geş dibe. Rûsya dixwaze eniyekê li wir veke. Eniya cîhadîstan bêtir teng dibe. Dê welatên rojava bixwaze komên cîhadîst an li Tirkiyeyê an jî li Idlibê bimînin. NATO jî dixwaze Tirkiye bi Sûriyeyê re şer bike. Lê ev rewş dê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be. Ev şer, şerê AKP’ê ye. Tirkiye bi armanca fethê li wir e. Artêşa li wir êdî Artêşa Tirkiyeyê ye û li Sûriyeyê şer dike.”

Her wiha Yîgît bal kişand ser gotina Erdogan a ‘Demek bêwext em dikarin biçin wir’ jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Jixwe ketine cihê digot ‘Em dikarin demek bêwext têkevin wir’.  Niha li hemberî wê Rûsya heye. Ketina wê tenê sewqiyat e. Bi vî rengî dê windakirina leşkeran berdewam bike.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar