Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzeran derbarê tecrîda li Îmraliyê de serî li CPT’yê dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de, serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de binpêkirinên mafan yek bi  yek hatine rêzkirin.

Parêzeran di serlêdanê de diyar kiriye ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’yê Gulana 2019’an nikaribûne hevdîtinê bi muwekîlên xwe re çê bikin û piştî 7’ê Tebaxa 2019’an jî serlêdanên hatine kirin hemû hatine redkirin. Parêzeran di serlêdana xwe de gotiye ku di 3 mehên dawî ya sala 2019’an de her carê 4 parêzeran serlêdan pêk aniye û bi giştî 108 hevdîtinên parêzeran bêbersiv mane û wiha hatiye gotin: “Li gor qanûnê di nav vê demê de mafê her serlêderekî yê hevdîtinê 469 saet e, lê belê tenê hevdîtinek jî pêk nehatiye. Di 3 mehên dawî yên sala 2019’an de malbatan jî 65 caran serlêdan pêk aniye lê belê hevdîtinek jî pêk nehatiye. Li gor qanûnê rojên taybet ên wekî 29’ê cotmeha 2019’an û rojên cejnê 8 caran mafê hevdîtinê hebûye, lê belê yek jê jî pêk nehatiye.”

‘4 sal û 9 meh in hevdîtin pêk nehatiye’

Di serlêdanê de ji bo Veysî Aktaş jî hat gotin ku Aktaş hikûmxwar e û ji ber vê 4 jê vekirî bi giştî 12 hevdîtinên wî pêk nehatine. Di serlêdanê de hatiye gotin: “Hatiye diyarkirin ku ji bo hevdîtina Ocalan û wasiyê wî cezayê dîsîplînê ne asteneg e, lê belê dozgeriyê serlêdanên wasiyê wî hemû red kiriye. Birêz Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di Adara 2015’an de neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin lê belê 4 sal û 9 meh in parêzer nikarin hevdîtinê bi wan re çê bikin.”

Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku ji îlona 2018’an ve bi awayekî rêk û pêk 3 mehan carekê herkê 5 caran cezayê dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn û hatiye gotin ku ev ceza bi awayekî kêfî hatine birîn. Di serlêdanê de hatiye gotin ku cezayên dîsîplînê nehatine teblîxkirin û bi vî awayî hem mafê serlêderan hem jî mafê muwekîlên wan hatine astengkirin.

‘Qedexekirina îşkenceyê tê binpêkirin’

Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku pêwendiya Ocalan û her sê girtiyên din a bi cîhanê re bi temamî hatiye qutkirin û wiha hatiye gotin: “Mafên sereke yên muwekîlên me hatine binpêkirin. Mafê wan î tenduristî, parastin û ragihandinê hatine astengkirin. Serlêdanên hiqûqî û nameyên der der barê danûstedinên hiqûqî tên astengkirin. Tiştên di şert û mercên fizîkî, civakî û derûnî de pêk tên, dijî qedexeya îşkenceyê ne. Qedexeyên darazê yên kêfî, qedexeyên îdarî yên bi awaykî kêfî pêk tên tiştin wiha ne ku divê neyên paşguhkirin. Lê divitêyên wan pêk nayên. Diviya şert û merc li gor temenê wan, rewşa wan î tenduristî û weziyeta wan bûna, lê belê berevajî vê ne û di asta îşkenceyê de bi awayekî sîstematîk pêk tên.”

Raporên CPT’yê

Her wiha parêzeran di serlêdanê de bal kişandiye tewsiyeyên di raporên CPT’yê yên der barê Îmraliyê de hatine diyarkirin û gotine ku lê belê di sê mehên dawî de ev tişt pêk nehatine. Di serlêdanê de pêkanînên ku komîteyê di di dema serlêdana xwe ya 2016’an de aşkera kiribûn jî cih girtine û ji bo vê ev tişt hatine gotin: “Komîteya we tim û tim tewsiyeyan dike. Yek ji van jî mafê ragihandiyê ye. Lê belê birêz Ocalan ji sala 1999’an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne.”

‘Encama hevdîtinê aşkera bikin’

Di dawiya serlêdanê de jî hatiye diyarkirin ku ji bo binpêkirinên mafan ji holê rabin divê pêvajoyeke şopandinê ya çalak dest pê bike. Her wiha di serlêdanê de ji bo serlêdana CPT’yê ya berê jî ev tişt hatine gotin: “Komîteya we di 6-17’ê gulana 2019’an de çûye Girtîgeha Îmraliyê û hin tespît kirine. Em dixwazin di nêze de ev tespît û tewsiye bên aşkerakirin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar