Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jin dê di 8’ê Adarê de li qadan bin

Aktîvîsta TJA’yê Nevriye Çur têkildarî amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nirxandin kir. Çur diyar kir ku sala 2019’an ji bo jinan bûye sala bexwedanê û da zanîn ku 8’ê Adara 2019’an bi grevên birçîbûnê pêşwazî kiribûn û got ku hedefa wan a sereke ev bû ku dengê berxwedêrên grevê bidin bihistin.

Çur anî ziman ku sala borî bi hest û hêrsek mezin 8’ê Adarê derbas kirine û wiha domand: “Hejmara jinan li qadan gelek zêde bû. Li qadan berxwedanek jinan hebû. Vê berxwedanê bandor li xebatên 8’ê Adarê jî kiribû. Li qadên mîtîngê yek peyamek jinan hebû. Ew jî rakirina tecrîdê û dawîbûna grevê bû. Em jin bi şîara ‘Jin ji bo azadiyê di berxwedanê de ne, jin di grevê de ne’ li qadan bûn. Em ê îsal jî bi dirûşma ‘Em berxwedanê rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve bimeşin’ dê li qadan bin.”

‘Heta tecrîd bidome azadî ne pêkan e’

Di axaftin xwe de Çur destnîşan kir ku tecrîd bandorek mezin li ser jinan dike û kuştinên jinan jî parçeyek tecrîdê ye û wiha got: “Her ku tecrîd giran dibe întixar û kuştinên jinan jî zêde dibin. Bi taybetî li herêmê. Bi dehan jin rastî tehdît û tacîzê tên. Du jinên ciwan bi hefteyane nayên dîtin. Heta ku tecrîd bidome wê azadî jî ne pêkan be. Azadiya jinê bi dawîbûna tecrîdê pêkan e.”

Starta xebatên 8’ê Adarê de li Dêrsimê bê dayîn

Her wiha Çur diyar kir ku dê starta 8’ê Adarê di 28’ê Sibatê de li Dêrsimê bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê jin li dijî polîtîkayên qirêj xwe birêxistin bikin. Di şexsê Dêrsimê de polîtîkayên taybet rû dan. Jineke kurd a ciwan mehek zêde ye winda ye. Lê ji ber bavê hevalê wê polîs e, li derve digere. Hemû delîl hevalê wê nîşan dide. Lê emniyeta Dêrsimê sê meymunan dilîze. Lê em tu car li dijî vê bêdeng namînin. Em ê li dijî tecrîdê li ser pêyan bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di xebatên 8’ê Adarê de cih bigirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar