Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê

Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, ji bo mîtînga ‘Li Dijî Tundiya di Tenduristiyê de Mîtînga Spî’ ku dê di 15’ê adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xistin. Nûner û rêveberên Odeya Bijîjkan a Amedê, Odeya Dermanfiroşan a Amedê, Odeya Diransazan a Amedê, Odeya Beytaran a Amedê, Înîsiyatîfa Derûnînasên Mezopotamyayê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê û Komeleya Pisporen Xizmetên Civakî ya Amedê tev li civînê bûn.

Di civînê de Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr axivî û diyar kir ku ji ber tundiya li wan tê kirin nikarinê karê xwe bikin û wiha got: “Em tim hedef tên nîşandan û li ser karê xwe rastî tundiyê tên. Ji ber vê tundiya li me tê kirin, em hatine asteke wisa ku nikarin karê xwe bikin. Em êdî ji karê xwe aciz bûne.”

Demîr paşê jî daxwazên wan ên ku ji 5 xalan pêk tên wiha rêz kir:

  • ‘Pêşniyarqanûna tundiya di tenduristiyê de’ ku ji aliyê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ve hatiye amedekarin, bila demildest ji aliyê meclisê ve bê qebûlkirin.
  • Bila tundiyên ku dema xizmetên tundiristiyê pêk tên weke qezaya cihê kar ango nexweşiya pîşeyê bên nirxandin.
  • Bila randevûyên mueyneyan ên nexweşan li gorî demeke têrker bên sererastkirin
  • Bila di beşen lezgîn de tenê ji bo nexweşên lezgîn xizmet bê dayîn.
  • Bila xizmetên tenduristiyê yên asta yekemîn bên başkirin û derbasî pêkanîna zîncîra sewqê bê kirin.

Dê biçin grevê

Mehmet Şerîf Demîr herî dawî jî got ku dê heta dawiyê têbikoşin û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê di 17’ê nîsanê de biçin grevê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar