Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Artêşa tirk careke din komkujî pêk anî

Artêşa tirk û çeteyên girêdayê wê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî topbaran kirin û ji heman malbateke 3 kes şehîd bûn û 3 sivîlên din jî birîndar bûn.

Navên welatiyên ku şehîd bûne, wiha ne: Hesen Izet Mihemed (55), Fatime Elî (46) û zaroka bi navê Sîroced Hesen Mihemed (12). Hêjayî gotinê ye ku welatiyên şehîd bûne, ji gundê Bîrmic ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ne û ji gundê xwe neçar bûn derkevin û şeva din bûn armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Her wiha di encama topbaranê de welatiya bi navê Mufîda Remzî Hesen(48), welatiyê bi navê Îsmet Hemo (40), zarokê bi navê Cemîl Hemû (8) ku ji malbatekê ne û xelkên gundê Korzelê yê navçeya Şêrewayê ne, birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê.

Têkildarî bûyerê hemşîreya Nexweşxaneya Avrîn, Mizgîn Îbo amaje bi rewşa birîndaran kir û got: “Şevê din artêşa tirk û çeteyên wê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa topbaran kir, 3 kes birîndar bûn. Jina birîndar lingê wê şikestiye, zilamê birîndar jî derbe di serê xwe de xwariyê û zarok jî birîna wî sivik e, niha jî rewşa birîndaran baş e.”

Duh bi şev her du malbat di malekê de kom bûbûn û ji ber topbarana artêşa tirk mal bi ser serê welatiyan de hilweşiya. Lê ji ber topbaranê şehîd heta vê sibê di bin kavilan de man.

Piştî topbaran sekinî, şehîd ji bin kavilan dearxistin.Tê zanîn ku 2’yê kanûna 2019`an artêşa tirk a dagirker li Til Rifetê komkujî pêk anî û di encamê de 10 sivîl birîndar bûn, ji wan 8 zarok bûn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar