Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê li Kompleksa Sporê ya Jinan a Şaredariya Êlihê li hev civiyan û bi civîna çapemeniyê starta çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn.

Parlamenter Feleknas Ûca da zanîn ku wan li gelek bajaran dest bi çalakî û şahiyên 8’ê Adarê kirine û wiha got: “Ber bi 8’ê Adarê ve jî jin tên qetilkirin. Her roj tundiya li ser jinan zêde dibe. Lê çawa ku jinan li Şengalê berxwedanê nîşan da, çawa ku jin li Rojava azad bûn, wê bi têkoşînê azadkirina jinan dewam bike.”

Ûca diyar kir ku di serdema tifaqa AKP-MHP’ê de kuştin û tundiya li dijî jinan zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Dewlet li qatil û tundkaran xwedî derdikeve. Wê demê em dikarin bêjin ku dewlet tundiyê rewa dibîne.”

Her wiha Ûca destnîşan kir ku ew ê heta roja 8’ê Adarê bi awayek çalak xebatê birêve bibin û dê coşa 8’ê Adarê veguhezînin Newrozê.

Her wiha jinan ragihandin ku ew ê 8’ê Adarê li Taxa Kulturê mîtîngê li dar bixin û jinên Êlihê hemû vexwendin mîtîngê. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar