PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Dema parçebûn hebe, dagirkerî jî heye’

Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê didomin. Welatiyên Silêmaniyê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û diyar kirin ku dema parçebûn hebe dagirkerî jî heye.

Seydo Şivan ê ji Şengalê koçber bûyî û li Silêmaniyê bi cih bûyî li ser dagirkeriya dewleta tirk wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ne cudatir e. Ji ber ku bi awayek pir hovane êrîş dike li ser parçeyên Kurdistanê. Divê em hemû bi hev re pêşiya van êrîşan bigirin.”

Li dijî êrîşan yekgirtî divê

Welatiyê bi navê Bayiz Mistefa aşkera kir ku bi salane êrîşên dewleta tirk berdewam e û têniyê xwîna kurdane û ev tişt anî ziman: “Ger kurdên her çar parçeyên Kurdistanê hevdu bigirin û yekgirtî bin, dê wê demê dewleta tirk jî êdî nekare bi gelek hîncetan êrîş bike li ser gelê kurd.”

Ciwanê bi navê Rêbaz Cemal diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê yekitî û yekgirtin dikare bibe wesîleya têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk û wiha got: “Yeknegirtina kurdan û çêbûna dijmintiya di nava partiyan de dibe sedema lawazbûna gelê kurd. Ji ber vê jî dijmin bi hêsanî êrîşî me dike.”

Divê hikûmeta herêmê li pişt gelê xwe be

Mistefa Heme Emîn jî aşkera kir ku boykotkirina bazirganî, yekbûna partiyan, alîkarîkirina parçeyên din ên Kurdistanê û civîna li gel yek wê ji bo bi destxistina mafên rewa yên gelê kurd bibe faktorek.

Mistefa Heme Emîn got ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pişt bi gelê xwe rawest e û serî li welatên derve nede û her wiha divê xwedî bandor be û ji bo zextxistina li ser Tirkiyeyê ku êrîşên xwe rawestîne alîkar be. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar