Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dê cenazeyê Seîd Yûsûf li Qamişloyê bê veşartin

Navenda Nûçeyan |

Hewldanên ji bo definkirina hunermendê kurd ê bi nav û deng Seîd Yûsûf ku duh li Stenbolê nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest dabû, berdewam dikin. Yûsûf ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji neçarî terka xaka xwe kiribû û hatibû li Stenbolê bi cih bûbû. Yûsûf li vir bi nexweşiya pençeşêrê ketibû û tedawî didît.

Têkildarî definkirina cenazeyê zavayê Yûsûf Îdrîs Înan diyar kir ku dê cenazeyê destpêkê bibin Hewlerê û ji vir jî bibin bajarê Qamişloyê.

KNK peyama sersaxiyê weşand

KNK’ê jî ji bo hunermendê kurd Seîd Yûsûf daxuyaniyek da û wiha got: “Bi kovanek mezin me xeberê koça dawiyê ya hunermendê kurd ê navdar Seîd Ûsiv bihîst, koça dawî ya vî hunermendê mezin ji dil û can em hemû xembar kirin. Her wiha seranserî cîhana mûzîk û hunera resen a kurdî hejand û perîşanî xiste derûnê hunerdostan.”

Daxuyaniya KNK’ê ya derbarê Yûsûf de wiha ye:

“Bi koç û malavayîkirina wî, serbarê hiştina xem û kovanek mezin, ew ê tim û heya kurd, çand û zimanê wan hebe, li asîmanê hunera kurdî weke fenerek geş, bi şewq û şemalek bimîne. Dîsa jî wê barzîng û rêbaza wî ya hunerî, wê weke xwendingehekê bimîne û berdewam be.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi xem û kovanek mezin ve sersaxî li malbat, gelê kurd û kurdistaniyan û tevaya dost û aşiqên dengê Xwedê jê rezî mîrê biziqê mamoste Seîd Ûsiv dikin.

Bi vê bûnê em daxwazê ji temamî sazî û dezgehên taybetmendyên mûzîka kurdî dikin ku berhem û muzîka vî hunermendê kurd ê navdar biparêzin, xwedî lê derkevin û şopa wî dewam kin. Her wiha em ji tevaya gelê xwe daxwazin xwedî li malbata wî derkevin û wan bi tenê nehêlin.

Dengê mamoste Seîd Ûsiv wê di guhên me de, di kolan û malên me de, tim sax bimîne, şemala dengê resen Seîd Ûsiv wê heya dawiyê koçik û dîwanên me bi şewiq û ronî bi hêle.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar