Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê bi tavilê bi Ocalan re hevdîtin pêk were

Navenda Nûçeyan |

Vê sibehê li Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha wê ya Tîpa F de lê girtî ye, şewata daristanê derketibû. Ji parêzerên Ocalan, Raziye Tûrgût, Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji ber şewata derketiye ku dikaribin biçin bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin û rewşa wî hîn bibin serî li Wezareta Dadê dan.

Di serlêdana parêzeran de wiha hat gotin: “Herî dawî me di 7’ê tebaxê de bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Em ji 7’ê tebaxê ve bi tu awayî ne dikarin pê re hevdîtin bikin û ne jî bi amûrên ragihandinê yên wek name û telefonan agahî ji hev wergirt. Vê şewata awarte bi awayek cidî hem me û hem jî malbatên muwekîlên me xistiye nava fikaran. Di serî de rewşa tenduristî û şertên girtîgehê yên muwekîlên me birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hîn bibin û çavdêrî bikin û ji bo ev metirsî ji holê rabin, em dixwazin demildest ev daxwaza hevdîtinê were pêk were.”

Daxuyaniyên partî û saziyên kurd

Her wiha derbarê şewata li Girava Îmraliyê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Giştî ya PYD’ê û Kongreya Star daxuyaniyên nivîskî weşandin.

KCD û TJA’yê di daxuyaniyên xwe yên hevpar de xwestin, parêzer û malbatên Ocalan û girtiyên din tavilê biçin Îmraliyê û destnîşan kirin ku heta ev neyê kirin daxuyaniyên rayedaran hemû berhewa ne.

Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku daxuyaniyên ku derbarê agirê li Îmraliyê derketiye wan rehet nake û got ku divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Navenda Giştî ya DBP’ê jî bertek nîşanî daxuyaniya ku têkildarî mijarê ji aliyê Wezîrê Karên Windar Suleyman Soylû ve hatibû dayîn, da. DBP’ê diyar kir ku daxuyaniya Soylû yê ‘Tu pirsgirêkek tuneye’ ji cidîbûnê dûr e û wiha got: “Şewat û daxuyaniya piştî şewatê bi fikar in. Têkildarî mijarê ji gelê me gelek bertek tên. Ji bo zelalkirina rewşê divê bi awayekî lezgîn malbat û parêzer biçin Îmraliyê û di cih de lêkolînan bikin û raya giştî agahdar bikin. Em bi bîra rayedarên hikûmetê dixin ku tenduristî û ewlehiya birêz Abdullah Ocalan di serî de ji bo gelê kurd bi giştî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Ji bo têkildarî mijarê daxuyaniyeke ku raya giştî rast agahdar bike bê dawîn, em bang li herkesî dikin ku bi berpirsyar tevbigeri.”

Her wiha di heman mijarê de PYD û Kongreya Starê jî ji ber şewata li Îmraliyê bang li gel kirin ku ji bo Ocalan tavilê dakevin qadan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar