Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinan lez dan xebatên xwe yên 8’ê Adarê

Navenda Nûçeyan |

Jinan bi nêzbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re lez dan kar û xebatên xwe.

Di vê çarçoveyê de bi tevlibûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û  Meclisa Jinan a HDP’ê,  li bajaroka girêdayî bajarê Êlihê mal bi mal geriyan û belavokên 8’ê Adarê li jinan belav kirin û jin vexwendin mîtînga 8’ê Adarê.

Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî starta bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat dayîn. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Nisêbînê hat dayîn. Meclisa Jinan a HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaogu ve hat xwendin û wiha got: “Di vê serdemê de êrîşa zayendî ya li dijî jinan û qirkirina jinan gelek zêde bûye. Pergala polîtîkaya mêr a dewletê vê bi her awayî nîşanî me dide. Dewlet bi polîtîtkayên xwe yên qirêj êrîşî jinan dike. Hikûmeta ku xwe bi van polîtîkayên qirêj hewl dide li ser pêyan bigire berî bi demeke kurt qeyûm tayînî şaredariyên me kir. Hikûmetê bi van polîtîkayên xwe di serî de êrîşî hevserokên me kir û ew girtin.  Pergala hevserokatiyê wekî sûc tê dîtin. Dîsa heman hikûmeta ku jinan ji kar derdixe dibe sedema mexdûrbûna wan. Em jin vê zorardestiya mêran qebûl nakir û em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Bi vê biryarbûn û baweriyê em dibêjin heta azadiyê dê têkoşîn bidomînin. Jin jiyan azadî.”

‘Sedem desthilatdar e’

Pişte Pero Dundar axivî û ev tişt anî ziman: “Me dê îro bi şahiyekê starta 8’ê Adarê bida. Lê ji ber şewata duh li Îmraliyê rûda û mijara Idlibê em bernameya xwe bi daxuyaniyekê aşkera dikin.  Berpirsiyarê van bûyeran îktîdara AKP’ê ye. Ji bo ev hemû neyên jiyîn divê demildest tecrîd ji holê bê rakirin.”

Piştî daxuyaniyê bernameya çalakiyên ku dê di navbera 1 û 8’ê Adarê de bên lidarixsitin hat aşkerakirin.

Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê wiha ye:

  • ‘ê adarê saet di 12’00’an de li Parka Karayollari ya Artukluyê kermez,
  • 2’yê adarê saet 12.00’an de li taxa Kotek ya Artukluyê hevdîtina jinan,
  • 3’yê adarê li Eywana Stewrê saet di 12’yan de hevdîtina jinan, li Midyatê serdana atolyeyan,
  • 4’ê adarê set 13.00’an li gundê Dêrikê yê Kizilê hevdîtina jinan, saet di 12.00’an de li bazara gel li jinan wê qurnefîl bê belavkirin.
  • 5’ê adarê saet di 13.00’an de li bazar Artukluyê ya pêncşemê li jinan dê qurnefîl bên belavkirin,
  • 7’ê adarê saet 12.00’an li parka Karayollari ya li Artukluyê di pêşengiya Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmeran de daxuyanî,
  • 8’ê Adarê di navbera saet 11.00 -16.00’an de şahiya jinan.

Jin dê li qadan bêjin ‘Êdî bes e’

Platforma Jinan a Mêrsînê, bi boneya 8’ê Adarê bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir. Platforma jinan li Cemiyeta Rojnamegeran a Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê platformê Zeynep Kaya daxuyanî da û wiha axivî: “Tundiya zilam her roja diçe mezintir dibe û êrîşên li dijî jiyana jinan berfirehtir dibin. Em dîsa 8’ê Adarê di şert û mercên wiha de pêşwazî dikin.”

Kaya da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê, fetwanên diyanetê û krîza aborî, weke tundî, cihêkarî û xizantiyê li jinan vedigirin û jinan hîn zêdetir mexdûr dikin û ev tişt anî ziman: “Em pirsa Rabîa Naz, Nadîra û Yeldana dikin. Em bi pirsa Gulistan Doku ya 55 roj in li Dêrsimê winda ye li ku ye 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em ê li dijî tundiya zilam, cînayetên ser tên girtin, homofobî û tranfobî, polîtîkayên jin dorpêç kirine, tecawîz û tacîzan, kedxwariyê, krîz û xizantiyê li qadan bêjin ‘êdî bes e’.”

Piştî axaftinê Kaya bernameya 8’ê Adarê wiha rêz kir: 

  • 1’ê Adarê: Wê panela ‘Têkoşîna jinê, têkoşîna jiyanê ye’ bê lidarxistin.
  • 4’ê Adarê: Komeleya Mafê Mirovan û Meclisa Jinan a HDP’ê wê kartan ji bo jinên girtî bişînin. Wê  li Egîtîm Senê hevdîtina jinan pêk bê.
  • 6’ê Adarê: Bi armanca piştevaniyê wê taştê bê dayîn û li Salona Dawetê ya Şaredariya Yenîşherê jin li hev kom bibin.
  • 7’ê Adarê: Wê li kêleka Stadyûma Berê mîtîng bê  lidarxistin.
  • 8’ê Adarê: Wê li Qada Galatasarayê Mîhrîcana Jinan a Gunebakan bê lidarxistin. Di heman demê wê panel bê lidarxistin û li Kolana Kûshîmato Meşa Şevê ya Femînîst pêk bê.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar