Navenda Nûçeyan |
Yek ji Fermandarên Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Emîd Xalîd Mehcub bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku 15 leşkerên tirk kuştine û ev agahî parve kir: “Hêzên me bi bombebarana taybet du radayên artêşa tirk li balafirgeha Mihîtîqe rûxandin. Taybet girêdayî odeya operasyona hêzên leşkerî ya wî welatî bû. Di encama bombebaranê de zêdetirî 15 leşker hatin kuştin.”