Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KJK: Divê gelê kurd dakeve qadan

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona KJK’ê derbarê şewata li daristanên li Girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtî ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê diyar kir ku şewata li daristanê têkildarî ‘xitimandin û neçareseriyê’ ya desthilatdariyê ye û wiha got: “AKP bi armanckirina Rêbertiya me, bi siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me, bi şerê li dijî hêzên azadî û demokrasiyê wê tiştekî bi dest ve neyîne, berevajî wê dawiya xwe zûtir bîne. “

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Desthilata faşîst a AKP’ê dîsa ji ber sedema bêgavî û xitimandinê di nav hewldana komplo û êrîşên nû de ye. Herî dawî 27’ê sibatê Wezîrê Karê Hundir ê faşîst ê tirk Suleyman Soylu bi daxuyaniyeke provakatîf got ‘li Girava Imraliyê şewat derket’, ev jî nîşana wê ye. Li Girava Imraliyê ewlehiyeke jidiyayî ya dewleta tirk heye. Heke li Girava Îmraliyê şewatek derketibe ev şewat bi zanebûn bi destê dewletê hatiye derxistin. Ev nûçe hem berdewamiya komploya navnetewî û hem jî nîşan dide ku planên îmha û qirkirinên nû ya şefê faşîst Erdogan a li ser gelê kurd, jinan were domandin. Ev peyam dane.

Rêber Apo di nav pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de ji 1999’an û vir ve, ev 21 sal in li gel pêşdîtiniya mezin, fedakarî, zor û zehmetiyan û bêderfetiyan ji bo ku meseleya kurd bi rêyên demokratîk û aştiyê werin çareserkirin hewldaneke pir mezin daye. Diyar kiriye ku biratiya hezar salî ya tirk û kurdan, bi  qebûlkirina hebûna û vîna kurdan bi rengekî xurt wê bikaribe were domandin û ev ê destkeftiyên mezin bi dest Tirkiyeyê ve bîne. Hişyarî daye ku di rewşa berevajî de dijminatiya dewleta tirk a li ser kurdan wê ziyaneke ku mirov nikare texmîn bike, bide.

Dixwazin êşa parçebûnê ji kurdan derxînin

Şefê faşîst Erdogan ji ber siyaseta êrîşkar, qirker, dijminatiya azadiyê, rantxur û emperyal Tirkiyeyê ber bi mezintirîn krîza aborî, leşkerî û sosyal a dîroka Tirkiyeyê ve biriye. Xitimandin û krîzeke mezin heye. Nema dikare tu pirsgirêkê çareser bike. Wiha fikirîbû ku tenê bi zext, tundî, zor, girtinan, gefxwarin û komkujiyan dikare encamê bistîne. Di qonaxa berdest de desthilata AKP’ê tu caran wiha bi paş ve neçûye, neketiye, neheliyaye û winda nekiriye. Partiyên ku ji nav AKP’ê derketin parçebûna navxweyî, helîna navxweyî geştir kiriye. Êdî mîliyetgirî û êrîşkarî jî tu qîmetê xwe nema ye. Bi vê dizanin. Hêrs û dirindetiya wan ji vê ye. Dixwazin hêrsa vê ji Rêbertiya me, ji gelê kurd derxînin. Rawestana li van polîtîkayên qirker tenê wê dawiya AKP’ê û Erdogan zûtir bînin û bi kêrî tiştekî din neyên. Ji ber ku gelê kurd, jin bi hişmendî, helwest û rêxistiniyeke mezin a azadiyê ne. Ji ber ku tevgera azadiyê ya jinê, gelê me, bi kuştin, zindankirin, koçberkirin, bêkarhiştin, bi polîtîkayên kirêt ên şerê taybet nikarin werin tunekirin. Mirovên kurd nikarin teslîm werin girtin. Gelê me, jin, ciwan, hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê li ber xwe didin, wê li ber xwe bidin.

Şewitandina daristanan li Girava Îmraliyê îmhakirina Rêbertiya me kiriye hedef. Berbelavbûna van nûçeyan a hema di pey kongreya HDP’ê re, beriya bi rojekê ya salvegera mitebeqata Dolmabahçe û beriya 8’ê Adarê û 21’ê Adarê, derbarê xitimandin û neçareseriyê ye. Dixwazin bi pêleke nû ya tundiyê hem rojevê biguherînin, proveke bikin û xwe xilas bikin. Di şexsê Rêbertiya me de dixwazin  hêviya azadiyê ya gelê kurd, berxwedan gelê kurd biqedînin. Bi zêdekirina îşkence, zext, tehdît, siyaseta şantajê ya li ser Rêbertiya me, bi geşkirina asta tundiyê dê xwe xilas bikin. Lê ev nêzîkatî wê li nav gelê me, jinan berxwedanê geştir bike.

Ev lîstina bi agir e

Ev siyaseta kirêt a ku tê xwestin li ser Rêbertiya me bidomînin, ev siyaseta kirêt û polîtîkayên komkujiyê bi teqezî lîstika bi agir e. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê dê rê li ber encaman veke. Dewleta tirk bi van polîtîkayên qirkirinê û komkujiyê wê negihije tu encamê. Bi tu rengî nikare desthilata xwe bi van polîtîkayên qirkirinê bidomîne. Wê desthilata xwe biqedîne. AKP bi armanckirina Rêbertiya me, bi siyaseta qirkirinê ya li ser gelê me, bi şerê li dijî hêzên azadî û demokrasiyê wê tiştekî bi dest ve neyîne, berevajî wê dawiya xwe zûtir bîne. Ev polîtîkayên êrîşkar bi berxwedana gelê me, jinan û hêzên demokrasî û azadiyê li wan vegere. Provakasyon, polîtîkayên îmha, tehdît, şantajê yên li ser gelê me wê encamê neyîne. Bi rengekî ku ew jî qet texmîna nakin, bi rengekî ku bîra wê nabe wina bike. Ji ber ku li Rojhilata Navîn, li cîhanê rastiya kurd a bîrewer, xwedî vîn, berxwedêr, rêxistinî, heqîqeta jina azad heye.

Ji ber vê sedemê di serî de bang li hemû jin, gelê xwe, gelan û hemû hêzên cîhanê yên azadîxwaz û demokratîk dikin ku li dijî dewleta tirk a bi awayekî fîzîkî Rêbertiya me dike hedef, bi siyaseta qirkirinê ya bi konsepta îmha, şantaj, teslîmgirtinê ku di şexsê Rêbertiya me de gelê me dike hedef, rabe, protesto bike, bi meş û mîtîngan li ber xwe bidin. Pêvajoya em jê derbas dibin bi aliyê xwe yê hesas û krîtîk divê her kes li gor vê bibe xwedî helwest û li ber rabe. Ji ber ku weke gelê kurd, jin ji bo bi awayekî rûmet û azad bijîn girêdayî berxwedana ku em sala 2020’ê pêş bixin.

AKP dawiya xwe tîne

Rewşa Rêbertiya me ne tenê Kurdistan hemû Rojhilata Navîn û cîhanê mirovahiyê bandor dike. Gelên cîhanê, gelê me û jin vê yekê dizanin û divê li gorî vê bikevin tevgerê û helwest nîşan bidin.

Gelê me û jin heta agahiyek ji Rêber Abdullah Ocalan negirin, divê tim di nava çalakiyan de bin. Divê bang li mafên mirovan û saziyên têkildar ên navneteweyî bikin. Rewşa Ocalan hebûn û nebûna kurdan e. Gelê me û jin bi hestyariya vê dijî.

Xwedîderketina ciwan, jin û gelê me ya li bakurê Kurdistanê ya li Serok Apo û berxwedana wê, dê vê pêvajoyê diyar bike.

Divê gelê me yê Bakur derkevin qadan

Divê gelê me yê bakurê Kurdistanê dakevin qadan. Hewlesta xwe diyar bikin. Ti tiştekî me yê bê windakirin tune ye. Divê tenê bi daxuyaniyan têrker nebînin. Li Rojava, Başûr, Rojhilat, Şengal, Ewropa, Rûsya her cihê kurd lê ne bibin xwedî helwest. Divê bênavber di nava çalakiyan de bin. Divê jinên kurd bi çalakî û aktivîteyên 8’ê Adarê re bi rewşa Rêbertiyê re bike yek û bi ruhê berxwedan û azadiyê çalakiyan geş bikin. Azadiya Rêbertiyê, azadiya jinan, gelê me û gelan e.

Heta ku hevdîtin pêk were

Divê heta malbat û parêzer hevdîtinê li gel Rêbertiyê pêk neynin hemû çalakî û aktîvîte li ser vî bingehî bên lidarxistin. Bi tu awayî daxuyaniyên dewletê me qanih nake. Rewşa Rêbertiya me enceq bi hevdîtineke rû bi rû zelal bibe û bê famkirin.

Ji ber vê yekê divê di serî de bang li gelê me, jin, ciwan, hemû hêzên azadî û demokrasiyê dixwazin dîsa gelan û dostên li cîhanê dikin ku bi hestyariya rewşa heyî rabin û bi lezgîn bikevin nava çalakiyan û bêjin ‘Bê Serok Jiyan Nabe’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar