Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’

Xizmên windayan û Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yê heftane pêk anîn.

Xizmên windayan û ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 577’an de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ber avahiya ÎHD’ê ya Amedê kom bûn. Di çalakiyê de nûnerên rêxistinên civakî û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Dîsa polîsan li qada çalakiyê kom bûn û çalakger dorpêç kirin.

Endamê Komîsyana Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin diyar kir ku 577 hefte ne li aqûbeta windayan digerin, lê hêj daxwazên wan pêk nehatiye. Yalçin anî ziman ku daxwazên wan pir zelal in û dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin û diyar kir ku bang li rayedarên îktîdarê û partiyên siyasî dikin ku daxwazên wan li ber çavan bigirin û bersûcan derxin pêşberî dadgehê.

Yalçin da zanîn ku li gel delîlên şênber bersûc Yavuz Erturk, Musa Çitil û Cemal Temîzyuz hatin beraetkirin û xwest darazek serbixwe û adîl bê avakirin û wiha got: “Em li rastiya jiyanê digerin. Ev ne pêvebestî û xeyal e. Ev çîroka jiyana rastîn e. Ev der qada heqîqetê ye. Daxwazên me pir zelal in. Em xizmên windayan li vir xizmên xwe dixwazin û dixwazin bersûc bên darizandin û cezakirin.”

Piştre Nûray Barçîn axivî û aqûbeta xwarziyê xwe Cuneyt Aydinlar ê di 20’ê sibata 1994’an de li Zanîngeha Stenbolê ji aliyê polîsên TEM’ê ve hat binçavkirin û windakirin pirsî.

Bila faîlên Can û Kaya bên dîtin

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ên Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 483’an de di pêşengiya ÎHD’ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn.

Di çalakiyê de rêveberê ÎHD’ê yê Êlihê Fahrettin Asutay anî ziman ku der barê sedan kesên hatin windakirin de dosya hatiye vekirin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin û wiha got: “Di 21’ê sibata 1993’yan de li Xarpêtê Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Xarpêtê Prz. Metîn Can û endamê ÎHD’ê Dr. Hasan Kaya revandin û winda kirin. Can û Kaya 27 sal berê hatin windakirin û hêj agahî ji wan nayê girtin. Ji bo Can û Kaya bên dîtin em têdikoşin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’

Dayikên Şemiyê jî ji bo li aqûbeta xizm û zarokên xwe yên bi darê zorê hatin windakirin bipirsin, di hefteya 779’emîn de xwestin carek din li Meydana Galatasarayê kom bibin. Polîsan destûra çalakiyê neda. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li ber avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li dar xist.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku 26 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê endama Dayikên Şemiyê Masîde Ocak xwend û diyar kir ku ew bi êşa şer û mirinê baş dizanin û naxwazin şer pêk were. Ocak li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku di 20’ê sibata 1994’an de ji aliyê polîsan ve li Bakirkoyê hat binçavkirin û windakirin pirsî.

Ocak anî ziman ku heta îro ne kujerên Aydinlar hatine dîtin û ne jî pêvajoyek hiqûqî hatiye destpêkirin û ser dosyeya Aydinlar girtine û ji bo vê yekê xwest edalet pêk were.

Pişt re apê Aydinlar, Recep Aydinlar axivî, çîroka windakirina biraziyê xwe parve kir û wiha domand: “Ji bo dîtina windayan hikûmet berpirsiyariya xwe pêk nayne. Bi hezaran însan ji ber polîtîkayên şer hatin windakirin. Cuneyt 26 sal berê di temenê xwe yê 23 saliyê de hat windakirin. Em baş bi wê êşa windakirina ewladekî dizanin. Em pênase û navê vê êşê baş dizanin, em naxwazin tu ewladek ciwan ê malbatekî bimire. Ji kuştina Cuneyt dewlet berpirsiyar e û em dixwazin dewlet aqûbeta wî aşkera bike.” AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar