Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Îstîsmar û tecawizên li Botanê bi zanebûn tên kirin’

Di demên dawî de li navenda Şirnex, navçeya Cizîr, Silopiya û Bêşebabê bûyerên îstismar zêde bûne. Hema bêje li hemû navçeyan bi taybetî jî li dibistanan bûyerên îstîsmarê qewimîn. Li Cizîrê mamsoteyek gelek xwendekarên xwe îstîsmar kiribûn, li Silopiyayê jî li gelek dibistanan heman tişt qewimîbû û li Bêşebabê jî cerdevan jî di nav de gelek kesan heman tişt kiriye.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, ji bo van bûyeran got ku bi zanebûn tên kirin.

‘Polîtîkayên rûxandina ehlaqî didomin’

Îmîr destnîşan kir ku ev bûyerên dijî nirxên ehlaqî bi zanebûn li herêmê tên kirin, lê belê civak ew deşîfre kirine û diyar kir ku ji salên 1990’î heya niha hin hêz li herêmê ‘planên rûxandina ehlaqî’ didomînin û wiha  got: “A rast di vî warî de devereke ku nikarin lê bi ser bikevin jî Botan e. Çimkî tim û tim tên deşîfrekirin û civak pirsgirêkên bi vî rengî bi qayde û pîvanên xwe yên civakiyî berteref dike. Bi şer, siyaset, polîtîkayên asîmîlasyonê û pergala perwerdehiyê ya ferzkirî ji bo civakê birizînin gelek tişt kirin lê bi ser neketin. Ev polîtîka nikaribûn nirxên me yên civakiyî tune bikin. Loma jinan û ciwanan hedef digirin û bi rêbazên derehlaqî tev digerin. Her wiha bi vî awayî dixwazin rojevê biguherînin da ku pirsgirêkên sereke yên civakê neyên nîqaşkirin û dîtin. Divê em baş zanibin; ev liv û tevger ne tiştine şexsî ne. Ev ne texmîn in. Berê jî gelek caran pêk hatine û hatine deşîfrekirin. Loma divê em civak baldar bin û hesas bin.”

‘Heq û hiqûq bi jinan pêkan e’

Di axaftina xwe de Îmîr bal kişand ser pêşniyazpirsên der barê bûyerên îstîsmarê yên li dibistanan diqewimin û bersivên ji bo wan tên dayîn û wiha domand: “Piraniya pêşniyazpirsên em didin ber meclisê bêbersiv dimînin. Pêşniyazpirsên lêkolînê jî bêyî ku li naveroka wan bê nerîn, bi dengên AKP-MHP’ê tên redkirin. Bi taybetî jî îktîdar di mijarên jinan de bersivê nade. An jî ji bo wê tiştekî nakin. Polîtîka hemû bi feraseta mêr hatine çêkirin, loma ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan tiştek nayê kirin û tên paşguhkirin. Lê belê heq û hiqûqa jinan tenê bi jinan pêkan e.”

Îmîr diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina li îstîsmar û tecawizê, pêşî divê jin baş pêwendiyê bi hev re deynin û pirsgirêkên der barê jinan de hemûyan deşîfre bikin û ev tişt anî ziman: “Jinên neheqî li wan tên kirin divê heta sûcdar neyên cezakirin mafên xwe yên hiqûqî biparêzin û dev jê bernedin. Em mijarên întiqalî me dikin hemûyan dinirxînin. Em hem di warê hiqûqî de piştgiriyê didin hem jî li meclisê dikin rojev. Û em wan dişopînin.”

Her wiha Îmîr bal kişand ser berteka civakê ya li dijî van bûyerên navbirî û wiha got: “Heta ji destê me bê divê em civakê serwext bikin û vê ferasetê berteref bikin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar