Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ciwanên êzidî ji bo Ocalan meşiyan

Nerazîbûna têkildarî şewata li Îmraliyê ya 27’ê Sibatê didomin. Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li gundê Borik ê ser bi Şengalê meşek li dar xistin û xwestin demildest hevdîtin bi Ocalan re pêk were.

Meşa ciwanan a bi sedan kes tev li bûn ji ber avahiya Meclisa Gel a Borik dest pê kir.

Di meşê de poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Piştî meşê li ser navê girseyê daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Girava Îmraliyê cihê ku Serokatî lê dimîne şewat derketiye. Heya niha em tu agahiyê ji Serok nagirin. Baweriya me bi daxuyanî û nûçeyên derew nayê. Pêwîst e hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Em weke ciwanên Apocî van nêzîkatiyên li hember Serokatî qebûl nakin. Ev nêzîkatî wê bibin sedema şer û bilindkirina têkoşînê.”

Di dawiya daxuyaniya YCÊ û YJCÊ’ê de bang li tevahiya ciwanan hate kirin ku heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin, dest ji çalakiyên xwe bernedin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar