Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Di meha sibate de 22 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), bîllançoya xwe ya tundî û qetilkirinên jinan ên meha sibatê aşkera kir. Li gorî rapora platformê, di meha sibatê de herî kêm 22 jin hatin qetilkirin û 12 ji van jinan jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Di rapora ku hat aşkerankirin de ev tişt hat parvekirin: “Hinceta kuştina 15 jinan nehat tespît kirin, 2 jin ji ber aboriyê, 5 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin û jinên din jî ji ber ku daxwaza hevaltiyê red kirin hatin kuştin. Heya ku kuştina jinan neyê tespîtkirin, wê darizandineke adîlane neyê kirin. Ev yek jî wê tundî û qetilkirinên jinan zêdetir bike.”

Her wiha di dewama raporê de ev tişt hat gotin: “Ji 21 jinên di meha sibatê de hatin qetilkirin, yek jê nehat zanîn ji aliyê kî ve hatiye kuştin, 8 jê ji aliyê hevjînê xwe ve, 3 jê ji aliyê hezkiriyên xwe ve, 3 jê ji aliyê lawên xwe ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve û yek jê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatin kuştin. 10 jin bi çekê, 9 jin bi amûrên birînê, 2 jin bi lêdanê û jinek jî bi fetisandinê hatin kuştin.13 jin di nava malê de, 3 jin li kolanê, jinek li otelê, jinek li araziyê û jinek jî li cihekê xalî hatin kuştin. 3 jin li ku derê hatin kuştin, diyar nebû.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar