Navenda Nûçeyan |
Rageşiya di navbera rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk a li Idlibê de her ku diçe kûrtir dibe. Rejîma Sûriyeyê piştî ku bi hevkariya Rûsya û Îranê derbên giran li artêşa tirk û çeteyên wan dan, gelek herêmên li bejahiya Idlibê xistin bin serweriya xwe. Li hemberî vê pêşketinê, dewleta tirk jî li dijî Sûriyeyê bi vekirî şer ragihand. Di vê çarçoveyê de jî ‘Tevgera Mertala Biharê’ da destpêkirin.
Li hêla din tê payîn ku serokê dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û serokamarê tirk Tayyîp Erdogan di 5 adarê de li Moskovê hevdîtinê bikin. Beriya hevdîtina li Moskovê, Erdogan îro têkildarî mijarê axivî û gefên giran li rejîma Sûriyeyê xwar. Erdogan ê ku demek berê ji bo vekişandina sînorên xwe, heta dawiya meha sibatê muhlet dabû rejîma Sûriyeyê, niha jî bi rêbazên DAIŞ’ê gef lê xwarin.
Erdogan ji ewil daxwaza agirbestê li Putîn kir û wiha domand: “Ez careke din bang li Rûsya û Îranê dikim, li Sûriyeyê derdê me bi we re nîne. Gefa êrîşê ya li dijî noqteyên me yên çavdêriyê ku piştî bûyerên qewimîn hîn jî tên xwarin. Ev jî nîşan dide ku aqlê xwe neanîne serê xwe. Heke hêzên rejîmê di demekî herî kin de li sînorên ku me diyar kirine venegerin, dê serê wan bê jêkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya serdana Erdogan a li Moskovê, Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey û nûnerê Daîmî yê DYA’yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft jî îşev tên Enqereyê.