Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê kefiyên mor diyarî jinan kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevseroka HDP’ê ya bajêr, hevşaredarên HDP û aktîvîstên TJA’yê tev li bernameyê bûn.
Jinan piştî belavkirina kefiyeyan dirûşm berz kirin û 8’ê Adarê pîroz kirin. Jinan strana ‘Keça Kurdan’ gotin û govend gerandin.
Piştî govend gerandinê çalakî bi tilîliyan bi dawî bû. RIHA