Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Çawişên pispor tecawiz dikin û dibêjin; ‘Me kurdeka din jî kuşt’

Dewleta tirk ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê û derxistina civaka kurd ji civakîbûna xwe, serî li hemû rê û rêbazên kirêt dide. Girtin, îşkencekirin, kuştin, pişaftin, tacîz, tecawîz, tiryak û fihûş çend ji van rêbazên dewleta tirk ên kirêtin. Yek ji van bajarên bakurê Kurdistanê yên ku bi van bûyeran rojeva wê tije jî Dêrsim e. Niha di rojeva bajar de tacîz, tecawiz û windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku heye.

Hat zanîn ku çawişên pispor ku li ser medyaya civakî têkiliyê bi xwendekarên li Wargeha Xwendekaran a Tuncelî û Wargeha Xwendekaran a Ehlîbeytê re deynin, bi wesayîtên xwe  li ber deriyê van wargehan disekinin. Ev leşkerên ku li ser daxwaza dewletê vê yekê dikin, her cara ku xwendekareka kurd dixin dibêjin; “Me kurdeke din jî kuşt.” Hat gotin ku gelek xwendekarên ku rastî tacîz û tecawiza çawişên pispor tên, dev ji zanîngehê ber didin an jî xwe bidarve dikin.

Çend roj berê jî xwendekareka ku hatibû tecawizkirin, rakirine nexweşxaneyê. Ji bo ku giliyê çawîşên pispor neke jî jê re burs girê dabûn. Tê gotin ku ji ber vê tacîz û tecawiza çawişen pispor, li wargehan xwendekarên jin her tim qala ‘kurtajê’ dikin. Xwendekarên li dijî vê mijarê derdikevin jî bi rêbazên tundiyê tên bêdengkirin. Têkildarî mijarê xwendekarên Zanîngeha Munzurê ji MA’yê re axivîn.

‘Me kurdeke din jî kuşt’

Ji xwendekarên beşa civaknasiyê Bêrîtan Akdag wiha got: “Di rojên dawî de li ber wargehê wesayît digerin. Ev kes hevalên jin dixin tora xwe. Bifikirin ku hevalên bi me re tev li çalakiyan dibin, êvarê diçin cem van kesan. Em armanca van kesan dizanin. Ev ew kesên ku dixwazin çand, ziman û nasnameya me tune bikin in. Divê ku hevalên me di vê ferqê de bin. Dema hevaleke me bi çawişê pispor re di axivî, dengê ; ‘Me kurdeke din jî kuşt’ hat me. Hewl didin xwe bi rêya medyaya civakî bigihînin me. Bûyeran vedişêrin. Çend roj berê bûyereke tecawizê ket rojevê. Li ew jî nixûmandin. Ji ber vê jî hevalên me yan dev ji xwendinê ber didin an jî bajar terk dikin. Polîtîkayeke taybet tê meşandin.”

‘Tekane armanca ew e ku xwe bigihînin jinan’

Xwendekar Hîvda Tekkaynar jî ev tişt anî ziman: “Li taxa Ataturkê hejmareke zêde ya çawişên pispor hene. Tekane armanca wan ew e ku xwe bigihînin jinan. Em bûn şahid ku li wargehê jinên ducanî zarokên wan ji ber çûn. Ev bûyer ji hêla kesên ku dikin ve tên veşartin. Mînak 2 meh berê çawişekê pispor jinek tecawiz kir. Dema ku vê jinê dixwest xwe bidarve bike hate ferqikirin û hate astengkirin. Bûyera Gulistan Doku jî yek ji van bûyeran e. Dewlet dixwaze binûxûmîne. Em weke întîharê lê nanêrin. Ger întîhar jî be sedemekê vê heye. Divê em vana bibînin.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar