Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

AKP’iyan li Cizîrê di kafeyên xwe de kurdî qedexe kirine

Li Cizîra Şirnexê, piştî qedexeyên derketina derve yên di 2015-2016’an de hatibûn îlankirin, li bajêr polîtîkayên cur bi cur tên pêkanîn. Ligel polîtîkayên tiryak û fihûşê, di çarçoveya polîtîkayên asîmîlasyonê de gelek tişt tên kirin. Di demên dawî de ev tişt li kafeyan jî tên kirin. Bi taybetî jî li qafeyên ku ji hêla kesên nêzî AKP’ê û endamên Egîtîm-Bîrsenê ve hatine vekirin, xwediyên wan nahêlin xebatkar bi kurdî bi mişteriyan re biaxivin û stranên nîjadperest ên wekî “Olurum Tirkiyem” tên guhdarîkirin.

Xebatkarê cafeyekê ji MA’yê re axivî û got; “Axaftina bi kurdî qedexe ye. Ji ber ku patron nahêle. Gel bi kurdî diaxive. Em jî li derve bi kurdî diaxivin lê vir nahêlin. Gava mişterî bi kurdî baixive jî em mecbûr in bi tirkî bersivê bidin. Ger ne wisa be dê me ji kar derxînin. Hinek mişteriyên bi kurdî di axivin bertek nîşanî me didin. Em neçarî li vir bi dengekî nizm di navbera xwe de diaxivîn.”

Di berdewamê de jî heman xebatkarî ev tişt anî ziman: “Em ji vê rewşê aciz in. Gelek kes dema dibînin kurdî qedexe ye, êdî nayên. Ger em neçar nebûna ji xwe em li vir nedisekinîn. Lê halê herêmê li holê ye. Kar tune ye. Em jî ji neçariyê dikin.”

‘Mişteriyên me yên bijare ji kurdî aciz dibin’

Têkildarî mijarê xebatkarê kafeyeke din jî ev agahî dan: “Piraniya muşteriyên me polîs û karmend in. Dema hevalekî me bêhemdê xwe jî bi mişteriyekî re bi kurdî biaxive, demildest patron an jî kesê berpirsiyar wî hişyar dike. Patron dibêjin; ‘Li vira mişteriyên me yên bijare hene. Ji ber kurdî nerihet dibin. Nebe ku careke din bi kurdî xebar bidî. Ger tu bi axivî wê demê ji vir here.’ Ew kesên ‘bijare’ jî polîsên ku ji rojavayê Tirkiyeyê hatine.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar