Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ocalan: Heke hûn nebin hêz tu kes nahêle hûn pirsgirêkê çareser bikin

Ji malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan duh li Girava Îmraliyê pê re hevdîtin kir. Her wiha malbatên girtî Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Lê bi hinceta ku Hamîlî Yildirim nexweş e, hevdîtin pê re nehate kirin. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina bi birayê xwe re ji MA’yê re axivî.

Mehmet Ocalan da zanîn ku ev nêzî 8 meh bûn ku nikaribûn hevdîtinê bikin lê piştî mijara şewatê destûra hevdîtinê hatiye dayîn. Ocalan têkildarî hevdîtinê ev agahî dan:

“Di 2’yê adarê di roja duşemê de agahî ji me re hat. Bi rêya parêzeran gotin ku dikarin we bibin giravê. Em jî hatin Îmraliyê. Ez û birayê Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi hevre çûne giravê. Li Qereqola Gemlikê lêgerîn kirin. Lê lêgerîneke ji rêzê nebû. Dixwestin me biçûk bixin. Heqaret li me dikirin. Ev nayê qebûlkirin. Derexlaqî bû. Tu sûdekê vê ji bo dewletê nîne. Ez 69 salî me. Hevalên din jî wisa. Kesek ciwan jî be divê rastî muameleyeke wiha neyê. Ev exlaqî nîne. Çawa ku me gav avêt giravê, careke din lêgerîn kirin. Bawerim ji vir re dibêjin duyemîn bûroya têkiliyê. Bi qasî texmîn dikim di destê cendirmeyan de ye. Li vir jî bi rengekî pir xirab lêgerîn li ser me kirin. Ev nayê qebûlkirin. Lê em neçar bûn ku qebûl bikin. Li cihê duyemîn ê lêgerînê hemû kesên payebilind, ên bi berçavkên reş û leşkerên biçek li wir bûn. Weke rewşeke awarte bû. Yekîneya noqteya yekemîn heta noqteya duyemîn bi me re hatin. Her derê leşker û gardiyan hebûn. Kes bi keyfa xwe vê pêkanînê qebûl nake.

Li her noqteyê lêgerîn

Piştre jî em derbasî girtîgehê bûn. Li wir jî lêgerîn kirin. Lêgerîna li vir asayî bû. Ji ewil 2 hevalên me birin. Ez li derve bi qasî 10 deqeyan hatim sekinandin. Piştre bang kirin û xwestin em di cîhazê x-ray re derbas bibin. Ew hincet bû. Min got ‘100 caran jî biçim û bêm ew ê dîsa deng derxe.’ Piştre ez derbasî hevdîtinê bûm. Ewil ez ji bo hevdîtinê derbasî hundir kirim. Ez çûm salonê û maseya berê hebû. Maseyeke mezin bû. Ji min re gotin ‘rûnê’ lê ez rûneniştim. Min dizanîbû dê Serok bê. Bi qasî çend deqîqeyan rawestiyam. Piştî liv û tevgerek çêbû min dizanîbû Serok hat. Serok hat hundir lê destê xwe neda min û got; ‘Agahî dane min. Bawerim germahiya laşê te heye. Tu bi zekemê ketiye. Ji ber vê yekê min destê xwe neda te.’ Ew li aliyekî ez li aliyekî masê rûniştim. Ez li bakurê maseyê rûniştim. Serok ji gardiyan re got, ‘Bawerim em ê saet û nîvekê hevdîtin bikin. Ne wisa?’ Lê wî tiştek negot. Me jî dest bi hevdîtinê kir.

Serok got; ‘Tu çima hatî? Tu bi çi hincetê hatî?’ Min jî got; ‘Li vir şewat derketiye. Gel û rêxistinên civakî çalakiyên demokratîk li dar xistin. Ez wisa difikirim ku ji ber vê yekê em anîn hevdîtinê.’ Serok got; ‘Erê lê bandor li ser me nekir.’ Piştre got; ‘Ez ê hin tiştan bipirsim. Tu bi cewherî ji min re bêje.’ Bi giranî Serok axivî. Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, pirsgirêka li Rojhilata Navîn nerîna derve ji min pirsî. Got ji bo çareseriyê wekî hêz kê dibînin û bawer dikin kî çareser bike. Xwest ez bê şirove bibersivînim.

‘Hewldana me kurdan pêyê sêyemîn e’

Min jî got; ‘Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike.’ Got; ‘Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin.’ Piştî wê dest bi vegotinê kir. Ji bo Rojava û ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê dest bi axaftinê kir. Dîsa got; ‘Ez bawer im HDP’ê kongreya xwe li dar xist.’ Min jî got; ‘Belê kongreya xwe pêk anî. Gelek kes tev li bûn. Ji derveyî welat jî gelek kes tev li bibûn. Kongre pir baş derbas bû.’ Serok bi taybetî ev tişt got; ‘Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du pêyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî kurd hene. Gelên din jî hene. Divê hûn jî bibin yek. Hûn ê bi wê bibin hêz. Ger ku mase bi sê pêyî be nakeve. Maseya ku bi du pê, pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî dê bikeve. Ji ber wê hewldana me kurdan pêyê sêyemîn e. Ji bo pêyê sêyemîn jî pêk bê hewcehî bi mezinbûnê heye.’ Li gel hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîrove kir. Serok got; ‘Divê kes û kesayet ne ji bo xwe, ji bo sazî û gelên xwe xizmetê bikin.’

Nîviya hevdîtina bi axaftinên ser saziyên demokratîk derbas bû. Serok got; ‘Bila her kes ji bo gel û saziyan xizmet bikin.’ Ji rojnameyê re gelek slavên wî hebûn û got; ‘Çapemeniyê xurt bikin. Alîkariyê bidinê. Ji hemû hevalên xebatkarên çapameniyê re pir pir silavan dişînim. Bila hem kovaran û hem jî televîzyonan xurt bikin.’

‘Partî ne malê şexsan e’

Min jê re got ku HDP’ê kongreya xwe bi protokol û beşdariyeke xurt li dar xistiye. Ji hevserokên berê û yên nû re gelek silav gotin û serkeftin ji wan re xwest. Têkildarî partiyê jî ev tişt gotin; ‘HDP di nava saziyên demokratîk de ya herî bihêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotinan bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî ne wisa? 50 sal in ez kedê didim. Heke ez bibihîzim ku kî/ê ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih bigire û nirxan bi kar bîne, dê hesabê jê bipirsim. Gelê me gelek bedelên mezin dan. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Vî gelî ewqas bedel da. 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me gelek bedel dane. Heke hûn bibin yek û bihêz bibin hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkê bi nade çareserkirin. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî.’ Min ji van nirxandinên wî fêhm kir ku partiyê ji nêz ve dişopîne.

‘Stratejiya li Rojava gelek baş e’

Têkildarî rewşa Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman; ‘Li Rojava gelek eşîrên ereb hene. Tu yê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava ked didin gelek binirxin. Ji ber xebata wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dikin. Serkeftinê ji wan re dixwazim. Tirkiye geh li cem Amerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir kurd, ereb, ermen û xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelekî rast e, silav û rêzên min, bêyî cihêtî were kirin, bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û kedê didin.’

‘Heke tu bibî xwedî hêz tu dê her tiştî çareser bikî’

Serok ji bo çareseriyê got; ‘Heke tu bibî hêz tu yê her tiştî çareser bikî.’ Min jî jê re got; ‘Tundî bi awayekî zêde berdewam dike. Tu dibêjî li derve hin tiştan bikin lê li Tirkiyeyê ew derfet nemane.’ Serok, piştî vê bersiva min wiha axivî; ‘Dîsa jî hûn dikarin vêya bikin; hûn mecbûr in ku saziyên xwe xurt bikin. Heke hûn baş bixebitin dikarin encamên baş bigirin. Baş xebitandin çi ye? Xizmeta ne ji bo şexsan ji bo gel e. Têkoşîn bi vî rengî dibe. Tu min baş nas dikî Mehmet. Tu dizanî bê ka ez çawa têkoşiya me. Li dijî dayika xwe jî têkoşiya me. Dema 7 salî bûm li dij derketim. Tu baş dizanî.’ Min jî got; ‘Belê ez dizanim. Te wisa kir.” Serok bni berdewamî wiha got; “Her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe. Hûn mecbûr in bibin hêz da ku hûn karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navîn û em nav lê bikin. Pirsgirêka kurd bi vî rengî dikare bê çareserkirin. Heke tu nebî hêz, dê kes pirsgirêkê bi te nede çareserkirin. Em dibêjin mase lê mase bi du pê ye. Hûn mecbûr in bibin pêyê sêyemîn ê maseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Heke hûn kedê bidin dê bibe. Belê mase pêwîst e. Ev jî dê bi ked û xizmet dayîna gel re bibe.’

Serok me dizane. Min qet qal nekir. Dibe ku laş û fizîka wî li Girava Îmraliyê ye lê nêrîna wî bi me re ye. Dizane em çi dikin û çawa dixebitin. Tenê mînakekê bidim. Ji min re got; ‘Tu jî dikarî li derdora xwe li Rihayê hin tiştan bikî. Peywir dikevin ser milê we hemûyan. Wiha bi paşvekişandin û bi rûniştinê nabe. Tu jî dikarî li wir kedê bidî. Tu yê xizmet bikî. Tu yê jî bikî û ew hevalên te jî wê bikin. Ew gund hene û hevalên me hene. Ew tirkmen hene. Ji hemûyan re silavên min bibêje.’

‘Her tişt girêdayî têkoşîna we ye’

Serok têkildarî tecrîdê jî ev tişt anî ziman; “Ez ji hemû kesan re ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê li dijî tecrîdê têdikoşin, silavên xwe dibêjim. Li kuderê kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelekî baş im. Ez dizanim çawa bijîm. Tu min dibînî çawan im.’ Min jî bi qasî ku dît baş bû. Tenduristî û moralê wî di cih de bû. Got; ‘Serkeftinê dixwazim.’ Min jî pirs kir bê ka dê careke din hevdîtin çêbibe yan na. Bersiv neda pirsa min. Ev tişt got; ‘Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn pêşveçûnekê pek bînin dê her tişt çareser bibe. Lê heke hûn nekin jî dê berdewam bike. Dê hem tecrîd berdewam bike û hem jî herikandina xwînê berdewam bike. Bila her kes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike.’” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar