Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dijminên me kurdan ji bêtifaqiya partiyên me sûdê digirin’

Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd û kurdistaniyan êrîşên bênavber hene. Li dijî van êrîşan gelê kurd jî ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe dide. Her çiqas berxwedaneke dîrokî hebe jî berxwedana kurdan ji hev parçe dimîne. Ev jî dike ku dijminên kurdan di êrîşên xwe de bêhtir bêperwa bibin. Ji bo pêşîlêgirtina van êrîşan gelek derdorên cuda bangawaziyên avakirina yekitiya neteweyî dikin. Hunermend, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û gelê kurd ê li her çar parçeyan dibêjin ku pêwîstî bi avakirina yekitiyê heye da ku bikarin pêşî li van êrîşan bigirin. Têkildarî mijarê siyasetmedar û hunermendên ji Efrînê bi ANHA’yê re axivîn.

Der barê mijarê de siyasetmedar Mihemed Reşîd anî ziman ku divê hemû hêzên siyasî di vê pêvajoya hesas de di yek rêzê de bisekinin û helwesta niştîmanî ku karibe li hemberî projeyên hêzên dagirker ku dixwazin yekitiya kurdî parçe bikin, derxînin pêş. Reşîd got ku divê hemû kes piştgiriyê bide înîsiyatîfên ji bo yekitiya neteweyî û bi taybet jî ya Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî. Reşîd diyar kir ku yekitî rêya şikandina planên li djiî pêkhateyên Rojhilata Navîn e.

‘Yekitî dê bi xwe re çareseriyê bîne’

Ji siyasetmedaran Barîn Mamo jî destnîşan kir ku di serdemekî ku ji bo Sûriyeyê li rêyên çareseriyê tê gerîn û di vê serdema hesas de divê gelê kurd piştgiriyê bide xebatên avakirina yekitiyê yên HSD’ê. Mamo wiha domand: “Yekitiya kurdan dê li Sûriyeyê bi xwe re çareserkirina aloziya Sûriyeyê û avakirina neteweya demokratîk bîne. Ez bang li partiyên siyasî dikiğm ku ji bo yekitiyê bikevin nava hewldanan. Bila derfetê nedin hêzên derve ku serweriya xwe li ser wan ferz bikin.”

‘Em piştgiriyê didin hewldana Mazlum Ebdî’

Herî dawî jî hunermend Neyazî Seydo axivî û nêrîna xwe wiha parve kir: “Netifaqiya di navbera partiyên kurdan de bandoreke neyînî li xeta yekitiya neteweyî dike. Ev yek valatiyê çê dike û dijminên me ji vê sûd digirin. Gelek aliyên kurdî hene ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re  dikin. Tirkiye van aliyan derbasî qadên navdewletî dikin. Xwe weke nûnerên kurdan nîşan didin. Lê tenê daxwazên dewleta tirk pêk tînin. Em piştgiriyê didin hewldana Mazlum Ebdî. Hewldana wî daxwaza gelê kurd e.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar