Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Serhildana başûrê Kurdistanê ji bo hemû kurdan serfiraziyeke mezin e’

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera raperîna başûrê Kurdistanê ku di sala 1991’î de li Ranyayê dest pê kir û li bajarên din belav bûbû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“29 sal bi ser serhildana başûrê Kurdistanê derbas dibin. Wê demê di sala 1991’ an de di delîveyeke mêjûyî û guncaw de, gelê Kurdistanê bi serhildaneke gelêrî, demûdezgeh û desthilata rêjîma Baas a Iraqê li başûrê Kurdistanê li holê rakirin. Ew rêjîma ku bi salan  hemû şêweyên tepeserkirinê xelkê Kurdistanê girtibû ber xwe. Hemû çekên modern û qedexekirî li dijî kurdan bikaranî, heta gihiştî qonaxên jinosîd û jinavbirinê. Lê ji ber ku xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî yên wê demê li ser bergirî û bi destînana çarenivîsa xwe, teba û yekdeng û yek helwest bûn, karîn wan berbestan bi herifînin.

Ya ku wê demê de kurd û gelê Kurdistanê parast, di pileya yekemîn de yekitiya navxweyî û neteweyî ya kurdan bû. Xwe girêdan bû bi hêza karîger û bi bandora xelkê Kurdistanê. Ku di niha da ew rastî ji hemû zêdetir xwe zelal dike. Serhildan û korewa bihara 1991’an, guherîneka mezin bû di dîroka Kurdistanê de.  Paceke berfireh bi rûyê kurdistaniyan de hat vekirin û elind û ezmûneke nû û geş derket pêşiya kurdan. Ew serhildan bû cihê hêviya hemû parçeyên Kurdistanê û di her derê Kurdistanê hat destekkirin. Wê serhildanê parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê li pey xwe anî û afirand û bûne destkeftên neteweyî û niştîmanî di dîrokê de. Xelkê Kurdistanê bi giştî ji bo van destkeftiyan şa bûn. Di şert û mercên pir zehmet û nebûnî û birsîtî û hejarî yê da ew ezmûn hate parastin û rakirin ser pêyan.

Her çend ku ev ezmûn bi qonaxên pir zehmet û nakokiyên dijwar û şerê navxweyî re derbas bû jî, lê belê gelê me her wek destkefteke neteweyî û niştimanî dibînin û diparêzin. Ji ber wê yekê, fere li ser rêveberiya herêma Başûr ku her tim viyan û îradeya xelkê Kurdistanê ber çav bigrin.

Sereray hindê ku îro ezmûna başûrê Kurdistanê bi krîz û qeyranên kûr û qonaxeke zehmet ya aborî, siyasî û rêveberiyê re derbas dibe. Bi şerê terorê û destxistin û planên hêzên dagirkerên Kurdistanê re rû bi rû ma. Vê jî ne tenê Başûr, ezmûna Rojava û xebata parçeyên din jî xist xetereyê. Lewma îro li her demê zêdetir yekitiya neteweyî û niştimanî û hevçeperî ya xelkê me û hêzên kurdistanî rê li plan û xeteriyên neyaran digire û destkeftan mîsoger dike.

Îro piştî 29 salan, destkeftên serhildana Başûr, her wek destkeftiyên rojavayê Kurdistanê di bin fişar û zextên hêzên neyar û dagirkeran de ye. Bi taybetî jî dewleta tirk bi hemû hêza xwe li planan dij digere. Dîsa fere ku ev destkeftî bên parastin û pêşve birin. Parêzerê herî rast û xwedî şiyanê van destkeftan gelê Kurdistanê û yekitiya neteweyî û niştimanî ya xelkê Kurdistanê û hêzên siyasî ne.

Parastina van deskeftan di stûyê hemû hêzên kurdistanî de ye û berpirsiyariyekî dîrokî ye. Heger na dîrok rehmê li kesê nake. Lewma pêkanîna sîwana hevpar a bergirî û parastinê erkê îro rojê ye û here pêwîsta vê qonaxê ye.

Em weke KNK’ê di salroja serhildana mezin a gelê başûrê Kurdistanê de pîrozbahiyê li hemû Kurdistaniyan dikin û bi şanazî ve wê serhildanê bilind dinirxînin. Bi bîranîna serhildanê hêvî dikin ku arîşeyên navxweyî yên hêzên kudistanî bi diyalog û lojîk bigehin çareseriyê û planên neyar û dagirkeran bên pûçkirin.

Ji bo başûrê Kurdistanê jî hêvîxwazîn di zûtirîn dem de ji qeyran û krîza aborî û siyasî re derbas bibe. Jiyan û jiyara xelkê li bin siha destûr û serweriya yasa yê da bê dabînkirin.

Em careke din serhildana mezin a başûrê Kurdistanê pîroz dikin, serê xwe bo hemû giyanbextkerên xebata rewa ya gelê xwe di tewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar