Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

8’ê Adarê pîroz be

Jinên cîhanê sibê dertên qadan. Ew ê drûşmên xwe berz bikin. Dê bi deng û gotinên xwe peyamên xwe ragihînin mirovahiya cîhanê. 110 sal in vê dikin û ew ê her bikin jî.

Jinên şoreşger, kedkar û sosyalîst ên cîhanê 110 sal berê wan bixwe dengê xwe derxist û gotinên xwe anîn ziman û xwestin bi dengekî hevpar li tevahiya cîhanê vê pêk bînin. Bi vî awayî cihê wan ê di civakê de, rista wan avakirina pêşerojê û têkoşîna siyasî û îdeolokjîk û hêza wan a rêxistinî derket holê.

Jinên kedkar û pêşengên wan her çiqas 26-27’ê Tebaxa 1910’an li Kopenhagê di konferansa Enternasyonla 2’emîn de biryar wergirtibin jî, berî vê konferasê li her dera cîhanê hişmendî û nêzîkatiya rojeke hevpar çêbûbû. Li bi vê konferansê 8’ê Adarê ji bo pîrozkirinê hat diyarkirin. Çimkî roja 8’ê Adarê ji bo jinên kedkar rojeke cuda bû. 8’ê Adara 1857’an li New Yorkê polîs û kesên dixwestin grev bi dawî bibe, êrîşî karkerên durûnê kirin ku di grevê de bûn. Ji ber êrîşê agir bi kargehê ket û 120 jin bi şewatê hatin qetilkirin.

Di şert û mercên wê demê de bi dehhezaran kedkar tev li merasîma cenazeyên jinan bûn ku di 8’ê Adara 1857’an de hatin qetilkirin. Xwepêşandanên ji bo xwedîderketina li karkerên jin ên hatin kuştin, bi New Yorkê bi sînor nema, li hin bajarên Amerîkayê û li bajarên Ewropayê yên hejmara karkeran lê pir bû, xwepêşandan pek hatin. Di 1910’an de berxwedana derket holê, bi wergirtina biriyara pîrozkirina rojê bû rojeke dîrokî û di qada navneteweyî de bû sedema yekhelwestiyê.

Dê sibê hemû jinên cîhanê derkevin qadan, salvegera qetilkirina 120 jinên kedkar a 163’emîn bi bîr bînin. Bêguman Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tenê rojeke salê na, her roja salê li her derê û çeperên li ber xwe didin bi têkoşîna xwe dê li şehîdan xwedî derkevin. 163 sal in vê dikin.

Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çawa ku li hemû cîhanê tê pêşwazîkirin, li Kurdistanê jî tê pêşwazîkirin. Jinên kurd tenê ne li Kurdistanê, li her dera lê dijîn wê derên qadan û hêza xwe tev li ya hemû jinên cîhanê bikin û dengê xwe bi jinên cîhanê re bikin yek. Ji niha ve dest bi têkoşîna xwe kirine û piştî 8’ê Adarê jî dê ev têkoşîn bidome.

Ji vî alî ve ji bo Jinên Kedkar ên Kurdistanê 8’ê Adarê, bi qasî ku Enternasyonal e navê roja  bilindkirina Ala Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya bi nasnameya jinê ye. Lewma bingeha Şoreşa Kurdisatanê Şoreşa Jinê bixwe ye.

Îro li cîhanê tu hêz nemaye ku vê rastiyê qebûl nekiribe. Dijminên sondaxarî yên Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya Kurdisatanê neçar bûne ku vê rastiyê qebûl bikin. Di şerê qirêj û taybet ê dewleta TC’ê ya qirker ê li Kurdistanê de: hedefgirtina rasterast a jinên kurd ên berxwedêr û azad, gerîlayên jin jî vê rastiyê aşkera dike. Polîtîkayên şerê taybet û qirêj ê li dijî jinên kurd û yên ciwan jî bi vê rastiyê ve dirêdayî ye.

Dewleta TC’ê ya qirker û faşîst , tevahî jinên kurd wek têkoşer û gerîlayê azadiyê dibîne û di çavê TC’ê de ew ji bo wê metirsiyeke mezin in. Lewma “Dayikên Aştiyê”, “Dayikên Wendayan”, dayikên kuştiyên“fail nediyar”, “Dayikên Şehîd û Girtiyan”îşkence dike, êrîşî wan dike, wan dixe zindanan, heqaretê li wan dike û hwd. “Kuştina Jinan” ku her tim di rojeva civaka Kurdistanê de ye, çeteyên fuhûşa taybet a li dijî jinan, revandina jinên ciwan û wendakirina wan encamên van polîtkayan e.

Ji ber vê jî dewleta TC’ê ya qirker û faşîst bi feraseta“pêşî li jinê bixin”tevdigere. Bi vî awayî dixwaze Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê û civaka Kurdistanê ya bi jinê azad dibe ji holê rabike.

Dê sibê jinên Kurdistanê derên qadan û bersivê bidin dewleta TC’ê ya qirker û faşîst. Ev bersiv dê ji yên her demê mezintir be. Pêşenga jinên Kurdistanê PAJK, pergala komunî-demokratîk KJK, pêşengê gerîlayên jin YJA-Star, hêza pêşeng a şoreşa Rojava YPJ, li Rojlhilat HPJ, li Şengalê YJŞ bi flamayên xwe, li her çar parçeyên Kurdistanê, dayikên kurdistanî yên li her derê dijîn, jin, jinên ciwan bi rengên xwe yên xweser ên Kurdistanê û bi nasnameya xwe, li qadan govendê bigerînin û bersiveke dîrokî bidin dewleta TC’ê ya qirker û faşîst û wê têk bibin. Encax bi vê hişmendiyê dikarin di salvegera 163’emîn a qetilkirina jinên kedkar de pêgirêdana xwe ya bi bîranînên wan ve nîşan bidin.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê Pîroz Be!

Nûçeyên Têkildar