Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelê kurd divê ji kesên ji yekitiya neteweyî direvin hesab bixwazin’

Hevserokê Meclisa Gel a Herêma Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji ANHA’yê bi Nejbîr Osman re axivî.

Mihemed Ebdulrehîm diyar kir ku divê gelê kurd, hemû siyasetmedar û welatparêzên Kurdistanê ji bo yekitiya neteweyî bixebitin û wiha got: “Yekitiya neteweyî rêya xelasiya ji hemû êrîş û siyasetên înkarkirin û pişaftinê ye ku dewletên mêtînger li dijî gelê kurd û doza wan dikin. Dijminê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê tevî nakokiyên xwe yên dîrokî jî li dijî kurdan di nava hevkariyê de ne. Ji ber vê jî divê em kurd li her çar parçeyan asta têkoşîna xwe bilind bikin û yekitiya neteweyî ava bikin. Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiyê heye.”

‘Yekitiya neteweyî erkekî exlaqî ye’

Bi domdarî jî Ebdulrehîm anî ziman ku di yekitiyê de hêz heye û wiha pê de çû: “Ger berxwedan û têkoşîna me yek be, dijmin lewaz dibin. Yekitiya neteweyî erkekî exlaqî û neteweyî ye û berpirsyariyek dikeve ser milê her kesekî. Her wiha mîsyona sereke ya partiyên kurdî ewe ku yekitiyê ava bikin. Divê nakokiyên xwe bidin aliyekî û gelê me, nasnameya me û xaka Kurdistanê biparêzin. Dewletên dagirker bi her rêbazê dixwazin doza gelê kurd derb bikin. Divê em serî li ber van siyasetan netewînin.”

‘Hinek aliyên siyasî ji yekitiyê direvin’

Herî dawî jî Ebdulrehîm ev tişt destnîşan kir: “Lê belê em dibînin ku hinek aliyên siyasî yên ku xwe wekî nûnerên gelê kurd dihesibînin, ji yekitiyê direvin û dikevin hembêza dewletên dagirkerên Kurdistanê. Gelo dê gel bi çawa bawer bike? Divê gelê kurd ji wan kesên ji yekitiyê direvin hesab bixwazin. Ji ber ku ew nûnertiya gelê kurd û doza wan nakin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar