Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Li gorî feraseta îktîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e’

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li meclisê têkildarî mijarên di rojevê de civîn lidar xist û rojevê nirxand.

Olûç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser binçavkirin û girtina rojnamegeran ên di rojên dawî de û wiha got: “Di hefteyek dawî de 6 rojnameger hatin girtin. Bi dehan rojnameger jî hatin binçavkirin. Li gorî feraseta vê îktîdarê çêkirina nûçeyan jî êdî sûc e û nûçe jî sûc e. Azadiya derbirînê ya her kesî êdî bi helwesta îktîdara ya li hember rojnamegeran di bin gefê de ye. Azadiya çapemeniyê nîne. Azadiya çapemeniyê di heman demê çêkirina nûçeyên ku îktîdarê aciz dike ye. Çima hûn ji rojnamegerên li ser sînor nûçeyan dişopînin aciz dibin? Çima hûn rojnamegerên li ser sînor nûçeyan çêdikin binçav dikin û asteng dikin?”

‘Dadgehek ber dide ya din digire’

Olûç bal kişand ser girtina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser û nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel û wiha domand: “Ewilî hûnê rojnamegeran binçav bikin; wê sewqî dadgeha nobedar bikin, dadger wan berdide. Pişt re jî dozger îtîraz dike, van rojnamegeran dîsa binçav dikin û paşê jî şandeyek din a dadgehê rojnamegeran digire. Li ber çavê her kesî dadgehek rojnamegeran berdide û dadgeha din biryara girtinê dide. Ji ber vê yekê em carek din bi bîra Serokê Dadgeha Bilind dixin, li welatek ku daraz ne serbixwe û bê alî ye, baweriya civakê bi darazê nemaye.”

Her wiha Olûç bertek nîşanî polîtîkaya hikûmetê ya derbarê vîrûsa koronayê da û mudaxeleya polîsan a li dijî meşa jinan a li Stenbolê jî şermezar kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar