PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Tirkiye gelekî tengav bûye, lewma destûra hevdîtinê da’

Navenda Nûçeyan |

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku bû mêvanê Bernameya Taybet a Stêrk TV, tecrîda li Îmraliyê ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nirxand.

Bayik diyar kir ku daxuyaniya ku dewleta tirk di derbarê şewata li Îmraliyê de dayî ne cidî bû û wiha got: “Ev jî rastiya dewleta tirk nîşan dide. Dewleta Tirkiyeyê hemû siyaseta xwe ya hundir û derve li ser gelê kurd dimeşîne. Ji ber vê gelê kurd ji bo Tirkiyeyê gelekî girîng e. Pirsgirêka kurd û Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê dibe sedema siyaseta hem hundir hem jî derveyî Tirkiyeyê. Ji ber vê çawa di siyaseta dewleta Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navendî ye, di pirsgirêka kurd de jî Rêber Apo wer navendî ye. Berê jî me gotibû, nêzîkatiya li Rêber Apo nezîkatiya li gelê kurd e. Lewma nêzîkatiya li Rêber Apo bi temamî polîtîk e. Yanî hiqûqî nêzî Rêber Apo nabin. Derbarê Îmraliyê û Rêber Apo de çi gavan biavêjin, di bin wê de armancên polîtîk hene.”

‘Şewata li Îmraliyê polîtîk bû’

Di nirxanina xwe de Bayik bal kişand ser şewata li Îmraliyê û da zanîn ku şewata li Îmraliyê jî bi armanceke polîtîk hatiye derxistin û destnîşan kir ku li ser helwesta gelê kurd neçar man malbatan bişînin Îmraliyê û wiha dewam kir: “Sedemên polîtîk ên derxistina şewata li Îmraliyê hene. Ne wer tesadûfî ye. Her kes dizane ku Îmrali bi her alî ve di bin kontrolê de ye. Qadeke leşkerî ye, kes nikare nêzîkî wê bibe. Li cihekî wer zivistanê şewatek derkeve, mirov zane ku di bin wê de hin armancên polîtîk hene. Wextê ku gotin li Îmraliyê şewat derketiye, gelê me li hemû cihan rabû ser pêyan. Li Rêberê xwe xwedî derket, ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê kurd her tişt e. Lewma gelê kurd dema ku agahî bihîst helwesta xwe nîşan da. Li Rêberê xwe xwedî derket û her kes hişyar kir. Dema ku gel ew helwesta xwe da diyarkirin, dewleta tirk di demeke pir hesas de derbas dibe, pir tengav e, ji bo wê neçar ma ku malbat biçin Rêber Apo bibînin.”

‘Tecrîd bê şikandin dê siyaseta Tirkiyeyê biguhere’

Her wiha Bayik diyar kir ku bi tecrîdê siyaseta qirkirinê ya li ser gelê kurd tê meşandin û nirxanidina xwe wiha bi dawî kir: “Ger li ser Rêber Apo tecrîd tê kirin, di vir de israr jî dikin, sedema wê pirsgirêka kurd e û pirsgirêka demokrasiyê ye. Siyaseta tecrîdê siyaseta qirkirinê ye li ser gelê kurd e. Ger îro li Tirkiyeyê li ser hêzên demokrasiyê azadiyê, sosyalîst, li dijî faşîzmê êrîş tê kirin, girtin çêdibe, îşkence çêdibe ku nahêlin gel xwe îfade bike, hêzên demokrasiyê xwe îfade bike, sedema wê meşandina siyaseta qirkirinê ya li ser gelê kurd e. Ji ber wê li ser gelê Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, azadiyê yên Tirkiyeyê ew tê meşandin. Di dema bihurî de jî di vê demê de jî baş hate diyarkirin ku eleqeya tecrîdê û demokrasiyê heye. Ger tecrîd bê şikandin wê demê ew siyaseta dewleta Tirkiyeyê li dijî gelê kurd, hêzên demokrasiyê û azadiyê biguhere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar