Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rojnamegeran berdana hempîşeyên xwe kirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Nûnertiya Sendikayên Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê, li Nûnertiya TGS’ê ya Amedê, têkildarî rojnamegerên ji ber nûçeya derbarê mirina endamê MÎT’ê de hatibûn girtin daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên her sê rêxistinan û gelek rojnamegera tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de destpêkê hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û bi bîr xist ku di nav mehekê de 8 rojnameger hatine girtin û wiha got: “Çewisandin û pêkutî li ser rojnamegeran heye. Em rojnamegerên li pey heqîqetê ne. Ji ber vê jî hewce ye rojnameger tev werin cem hev û li dijî van pêkûtî, çewisandinan bisekinin.”

‘Di meha adarê de 8 rojnameger hatin girtin’

Piştî Altan hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu daxuyaniya hevpar a her sê rêxistinan xwend. Muftuoglû diyar kir ku her roj rojnameger tên girtin û ev tişt anî ziman: “3 rojnamegerên din jî, ji ber nûçe çêkiribûn hatin girtin û tev li rojnamegerên girtî bûn. Ji serê meha adarê heta niha 8 rojnameger hatin girtin. Di roja ewil a adarê de Rojnameger Alptekîn Dursunoglu hat girtin. Dîsa nûçegîhanê Rûdaw TV Rawîn Strêk ku li ser sînorê Edîrne û Yewnenistanê di 29’ê sibatê de nûçeyên penaberan dişopand hat binçavkirin. Di heman rojê de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Îdrîs Sayilgan hat binçavkirin û di 2’yê adarê de hat girtin. Di 5’ê adarê de Midurê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu û nûçegîhan Hulya Kilinç ên 4’ê adarê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Di 7’ê adarê de dozger bang li rojnamegerên û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û edîtora rojnameyê Semîha Alankuş û nivîskarê rojnameya Yenîçagê Murat Agirel kir û li dozgeriyê îfadeya wan girt. Rojnameger Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Murat Agirel li dadgehê hatin girtin.”

‘Rojnameger edaletê dixwazin’

Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral jî diyar kir ku ew rojnameger edaletê dixwazin û wiha got: “ Gelo daraz êdî bi biryarên jiberkirî encamê dide? Em wekî rojnameger, di van rojên ku daraz binpêbûyî de em rojnameger edaletê dixwazin.”

Li ser navê MKGP’ê Ayşe Gunay jî têkildarî çewisandina rojnamegeran axivî û ev tişt got: “Ewlehiya tu kesî li vî welatî tune ye. Dibe ku em di van kêliyan de jî werin girtin. Mafên her kesekî û mafê rojnamegeran jî îro di bin peyan de ne. Ji ber van sedeman jî bila her kes dengê xwe bilind bike û li dijî van neheqiyan bisekinin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar