Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu îro di danê sibehê de hate binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta tirk ên li dijî siyasetmedarên kurd bênavber didome. Di vê çarçoveyê de polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser mala hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu da girt.
Hat zanîn ku piştî lêgerîna li malê, polîsan Kutlu binçav kir. Hinceta binçavkirina Kutlu nehat zanîn.
Kutlu niha li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tê girtin. ŞIRNEX